Kongreya Demokratan: ‘Şerm e ku me hişt Tirkan hêzeke zêde ya Kurdan ji holê rakir’

22-08-2024
Ebdamên Kongreyê ji Rûdawê re diaxivin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ebdamên Kongreyê ji Rûdawê re diaxivin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kongreya Partiya Demokrat Chicago Kurd Jennifer McCLellan Don Beyer Gerry Connolly
A+ A-

Chicago (Rûdaw) – Endamê Kongeraya Amerîkayê Don Beyer got, “Yek ji wan tiştên şerm ên ku me kirin ew bû ku me hişt Tirkan hezeke zêde a Kurdan ji holê rakir.”

Kongreya Partiya Demokrat li bajarê Chicagoyê yê Amerîkayê tê kirin û dê îro xelas bibe.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde kongreyê dişopîne û agahiyên herî nû vediguhêze.

Diyar Kurde Kurdan tîne bîra endam û nûnerên kongreyê û pirsên li ser Kurdan ji wan dike.

Hinek ji wan ji rewşa Kurdan agahdar in lê agahiyên hinekan ji wan kêmtir in.

“Piraniya Amerîkiyan girîngiyê bi kar û barên derve nadin”

Endama Kongera Amerîkayê Jennifer McCLellanê ji Rûdawê re got:

“Li gorî min, piraniya Amerîkiyan girîngiyê bi kar û barên derve nadin yan jî li ser dîroka cîhanê û deverên din baş nehatine perwerdekirin.

Divê em alîkariya wan bikin ku li ser Kurdan an Îsraîlê yan Misirê yan jî Filistînê agahiyên wan ên baştir hebin.

Divê em zanibin ku dîroka me çawa bandor li vê roja me kiribe dê bandorê li paşeroja herêmê jî bike.”

“Şerm e ku me hişt Tirk hêzeke zêde ya Kurdan ji holê rakin”

Endamê Kongerê Don Beyer têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞê bi bîr anî û got:

“Yek ji wan tiştên şerm ên ku me kirin ew ku me hişt Tirkan bi awayekî surprîz hezeke zêde ya Kurdan ji holê rakir.

Li gorî min, divê em ji nêzîk ve bi hev re bixebitin.”

“Ez hêvî dikim partiya min piştgiriyê bide xwestekên Kurdan”

Endamê Kongreyê Gerry Connolly ji Virginiayê bûye namzed ku gelek Kurd lê dijîn.

Divabû Gerry Connolly bi lez biçûya lê got, “Ji ber ku li ser Kurdan e ez dê biaxivim” û li pey çû:

“Ez hêvî dikim partiya min piştgiriyê bide xwestekên Kurdan ên azadî, serxwebûn û diyarkirina çarenivîsa xwe.”

Vekişîna ji Îraqê

Gerry Connolly li ser mijara vekişîna Amerîkayê ya ji Îraqê jî wiha got:

“Bi ya min, beriya ku Amerîka biryara vekişînê bide hinek berpirsiyariyên wê hene ku divê bîne cih.

Divê beriya vekişînê ji ewlehî û aramiya herêmê piştrast be û helbet Kurd jî di nav de ne.”

Li hêla din, Jennifer McCLellanê jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide hebûna Amerîkayê ya li Îraqê û got:

“Ez piştgiriyê didim hebûna hêzên me yên li wê herêmê.

Ew hem dikarin berjewendiyên me biparêzin û hem jî dikarin hevpeymanên me biparêzin.

Gelekî girîng e ku ew ev hevsengiya bihêz hebe yan jî dema ku pêwîst kir alîkariyên mirovî pêşkêş bike.”

“Em ji bo têkbirina DAIŞê bi Kurdan re xebitîn”

Don Beyer jî got li ser mijara vekişîna Amerîkayê ji Rûdawê re wiha axivî:

“Ez piştgiriyê nadin vekişîna hêzên me, ez spasguzarê wan karan im ku me ji bo têkbirina DAIŞê ji nêzîk ve bi Kurdan re kirin.

Ji ber vê jî divê em piştrast bin ku DAIŞ careke din venegere.”

Li Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê dê 5ê Çiriya Paşîn bên kirin.

Li gorî rapirsiya herî nû, Donald Trump ji sedî 46,7ê dengan û Kamala Harris jî ji sedî 48,2yê dengan distîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst