Li daristana Merîçê 18 cenaze hatin dîtin: Dibe ku koçber bin

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Yûnanistan Şewat Cenaze Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Yûnanistanê li daristana li herêma Merîçê şewat didome û cenazeyên 18 kesan hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniya Berdevkê Agirkujiya Yûnanistanê Yannis Artopiosi, li Daristana Dadiayê 18 cenazê hatin dîtin.

Yannis Artopios diyar kir ku pêştir ti agahiyên wendabûnê li herêmê nehatine dayîn.

Tê texmînkirin, cenaze yên koçberên qaçax in ku ji Merîçê derbasî Yûnanistanê bûne.

Li herêmê ji ber şewata ku doh dest pê kir xelk ji gelek cihan hatibû dûrxistin.

Herwiha peyamên hişyariyê ji têlefonên mobîl ên şêniyên deverê re hatibûn şandin da ku herêmê biterikînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst