Yekîtiya Afrîkayê endamtiya Nîjerê da sekinandin

22-08-2023
RÛDAW
Nîşan Nîjer Yekîtiya Afrîkayê Darbeya Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Afrîkayê piştî midaxeleya leşkerî ya li Nîjerê ragihand ku endamtiya wî welatî da sekinandin.

Li Nîjêrê 26ê Tîrmehê darbeya leşkerî çêbûbû.

Konseya Ewlehî û Aştiyê ya Yekîtiya Afrîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî midaxeleya leşkerî ya li Nîjerê wan hemû çalakiyên xwe dane sekinandin.

Konseya Ewlehî û Aştiyê ya Yekîtiya Afrîkayê xwest ku Serokkomarê Nîjerê Mihemed Bazûm were berdan û hêzên artêşa wî welatî jî vegerin baregehên xwe.

Herwiha bang li hemû dewletên endam û civaka navneteweyî hat kirin ku ji tevgerên rêvebiriya leşkerî ya li Nîjerê meşrû dikin dûr bisekinin.

Di heman demê de ji xeynî Afrîkayê midaxeleya aktor û dewletên din bi tundî hat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst