Avahiya herî zirav a cîhanê li New Yorkê ye

23-08-2022
RÛDAW
Nîşan New York Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê New York a Amerîkayê bi avahiyên xwe yên gelekî bilind navdar e. Avahiya herî dawî ya li bajêr Birca Steinway e ku wekî avahiya herî zirav a cîhanê tê hesibandin.

Birca Steinway 435 metre bilind e û ji 84 qatan pêk tê. Ew duyemîn avahiya herî bilind a li rojavayê cîhanê ye piştî Central Park a New Yorkê ku bi qasî 470 metreyan bilind e.

Damezrîner û rêvebirê Muzexaneya Cloud Cutters Carol Willis got, “Ev avahîya herî zirav e. Bilindahî ji aliyê paniya avahiyê derveyî mentiqê ye.”

Dirêjî û tengiya Birca Steinwayê bûye sedem ku bi bayê re çend metreyan li jora wê biheje. Ji ber vê yekê 200 stûn di kûrahiya 30 metreyî de ji bo piştgiriya avahiyê hatine bicihkirin. Ji bo pêşîlêgirtina lerizînê li ser banê 400 ton pola hatiye bikaranîn.

Damezrînerê Kompanyaya Avahisaziyê Greg Pascorelli got, “Her carê ku rêje 1 bi 10 be, ew avahiyeke zirav tê hesibandin. Heger ew bigihîje 1 heta 15, avakirina avahiyekê dijwar dibe. Avahiyên herî zirav li Hong Kongê ne ku rêjeya wê 1 bi 17 e. Di vê avahiyê de, rêjeya 1 bi 23 ye. Ev pêşkeftina teknolojiya ku ji bo avakirina avahiyê tê bikar anîn nîşan dide.”

Steinway Tower 60 apartmanan vedihewîne ku hemî bi dîmenên 360 pileyî li ser New Yorkê ne. Bihayê apartmanan di navbera 18 û 66 mîlyon dolaran de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst