Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwe ji bo hilbijartinên Almanyayê berbijêr kirine

22-08-2020
Zinar Şîno
Rodî Elî û Fewzî Dilbe xwe ji bo encûmena Întegerasyonê berbijêr kirine
Rodî Elî û Fewzî Dilbe xwe ji bo encûmena Întegerasyonê berbijêr kirine
Nîşan Almanya Rodî Elî Fewzî Dilber
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Ji bo hilbijartinê şaredarî û encûmenên şaredariyên  û encûmenên întegrasyona (xweguncandin) Almanyayê hejmareke Kurd jî xwe berbijêr kirine û Rodî Elî ya xelka Efrînê jî yek ji wan e ku xwe ji bo Encûmena Întegrasyona li Bajararê Munister kiriye berbijêr.

Li Almanyaê ji ber ku mafê hemû penaberan e xwe ji bo encûmenên întegrasyona berbijêr bike weke wiha kiriye ku hejmareke Kurd jî li bajarên cuda xwe bikinn berbijêrên encûmenên întegrasyona.

Rodî Elî ji Rojavayê Kurdistanê ye û tenê pênç sale li Almanyayê dijî. Li gel xwandina di qonaxa dawiyê ya zankoyê de Rodî ya temen 25 salî li saziyeka civakî kar dike.

Rodî Elî  di lîsteyeke hevbeş a ji neteweyên cûda pêk tê, xwe kiriye berbijêra  Encûmena Întegrasyona li Bajararê Munister. Dîtina wê ya zelal bo biryarên siyasetê di çareserkirina pirsan de hokarê sereke yê çalakbûna wê ye di mijarên civakî û siyasetê de.

Kandida Encûmena Întegrasyona li Bajararê Munister Rodî Elî dibêje: “Nikarin bi başî ji min fêm bikin ku heta ez ligel wan bim. Mixabin heta niha Kurdên me di van meclîsan de cih negirtine.”

Ji niha ve, bi rêya nameyan dikare deng ji bo hilbjartinên 13ê îlona li herêma 18 milyon mirovî ya Almanyayê bê dayîn.

Herwiha Rodî Elî ya li Helebê mezin bûyî; xemgîn e bi beşdariya kêm a Kurdan di van navendên xwecihê yên biryarbidest.

Fewzî Dilber jî di 6 salên derbasbûyî li paytexta berê ya Almanyayê, endamê encûmenê întegrasyonê bûye.

Ji bo Fewzî yê berî 18 salan ji Efrînê çûye Almanyayê û zansitên siyasî xwandîne, binavnekirina Kurdan mîna revendek serbixwe, xemek e û kar jêra tê xwastin.

Endamê Encûmena Întegrasyona Bajarê Bonê Fewzi Dilber jî got: “Min her tim dixwest ez li encûmena Bonê bikim rojev. Di daneyên li Almanyayê de dibêjin ev qas Tirk li vir hene û ev qas Ereb li vir hene û ev qas Îtalî li vi hene, lê nabêjin evqas Kurd hene.”

Pirsgirêkên rojane rûbirûyê akincyên bajarî dibin, li gorî Fewzî pêwîstî bi gazind û temaşekrinê naken lê divê beşdariya di biryarsazyêda hebe.

Di civaka Almanya ya berê ku gelek konservatîv û niha de deriyên xwe vedike, Kurdên li wî welatî dijîn van şansan bikar tînin û asoyên geş di paşerojê de diyar dbin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst