Trump: Divê Iraq û Sûriye bi xwe şerê DAIŞê bikin

22-08-2019
RÛDAW
Serokê Amerîkayê dibêje wan sedî sed DAIŞ têk biriye
Serokê Amerîkayê dibêje wan sedî sed DAIŞ têk biriye
Nîşan Donald Trump DAIŞ HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku divê Iraq û Sûriye bi xwe şerê DAIŞê bikin. Trump derbarê çekdarên DAIŞê yên di destê HSDê de jî got eger Ewropa wan wernegirin ew dê wan bo wan welatan bişînin.


Pirsgirêka Amerîka ligel welatên Ewropayê li ser wan çekdarên DAIŞê yên girtî, ku di dest Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne li Rojavayê Kurdistanê, berdewam e.


Donald Trump ji medyayê re ragihand ku wan demeke diyarkirî bo welatên Ewropayê daniye, eger di vê demê de wan çekdaran wernegirin, ew dê wan çekdarên girtî ber bi Ewropayê ve bişînin.


Trump, ragihand, “Me bi hezaran çekdarên DAIŞê dîl girtine, divê Ewropa wan wergire, eger Ewropa wan wernegire, çareserî bo wan nîne, divê wan ber bi wan welatan ve bişînin ku jê hatine. Ew jî Almanya, Fransa û welatên din in. Ji ber me ew têkşikandin, me ew girtin. Me bi hezaran dîl girtin, niha wek herdem, hevpeymanên me dibêjin em naxwazin ew vegerin.”


Ev di demekê de ye ku berpirsên ewlekariyê hişyariyê li ser derketina DAIŞê didin, Serokê Amerîkayê dibêje, wî gelek caran behsa wê yekê kiriye, divê ji niha û şûn de Iraq û Sûriye bi xwe şerê DAIŞê bikin. Her car jî ku mijarê DAIŞê tê vekirin, Trump tîne bîra wan welatan ku Amerîkayê ji sedî sed DAIŞ têkşikandiye.


Donald Trump herwiha radigihîne, “Me DAIŞ têkşikand, ev demek dibe gelek tişt li ser DAIŞê nayên gotin, ji sedî sed me xîlafeta DAIŞê jinav bir. Me ji sedî 98 kontrol kir û min got de ka emê vegerin welatê xwe û bila welatên din yê mayî temam bikin. Lê ji min xwestin ku DAIŞê ji sedî sed jinav bibim. Gotin salek divê, tenê mehekê dirêj kir, me ew jinav bir, xîlafet nema."


Welatên Ewropayê ji ber tirsa jinavçûna ewlekariya xwe ne amade ne çekdarên DAIŞê werbigirin û pêşniyar dikin ku wan çekdaran bibin zîndana Guantanamo, lê Trump wê daxwazê red dike û dibêje, ew ne ligel wê yekê ye ku 50 salên din pereyan li Guantanamo xerc bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst