Kremlîn: Civîna 4 alî ya Stenbolê nayê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Serokatiya Rûsyayê ragihand, ku civîna çaverêkirî ya 4 alî ya di navbera sRûsya, Almanya, Tirkiye û Fransayê de ku biryar bû di meha Îlonê de li Stenbolê were encamdan, nayê kirin.

 

Berdevkê Kremlînê, Dmitrî Peskov di dauxyaniyekê de ragihandiye, ku civîna Stenbolê ya navbera Erdogan, Putin, Merkel û Macron nayê encamdan.

 

Peskov ti behsa sedemên encamnedana wê civîna plankirî ya di navbera serkirdeyên her çar welatan de nekiriye û tenê ew yek gotiye, ku rêkevtin li ser wê civînê nehtaiye kirin.

 

Peskov, di derbarê civîna Stenbolê de da zanîn, ku kes nikare mijareke ku nehatibe plankirin û rêkevtin li ser nehatibe kirin, betal bike û got: "Hevdîtineke wiha çênabe, ji ber rêkevtin li ser nehatibû kirin. Lewra tiştekî ku bihê betalkirin jî nîne."

 

Herwiha hêj rayedarên her sê welatên din û bi taybet Tirkiye ku dê mêvandariya civînê kiriba, derbarê mijarê de ti daxuyanî nedane.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî niha ragihandibû, ku dê di meha Îlonê de, ew û Serokê Rûsyayê Vîlademîr Putin, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Stenbolê bi hev re bicivin.