Slovakya penaberên misilman naxwaze

22-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Dusseldorf (Rûdaw) - Slovakya razî bûye ku di çarçoveya parvekirina penaberan bi ser welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de 200 penaberan bihewîne lê penaberên misilman wernagire.

 

Wezareta Navxwe ya Slovakyayê li ser sedema vê biryarê, diyar kiriye ku li Slovakyayê mizgeft û îmkanên olî yên pêwîst ji bo misilmanan tine û xiristiyan dikarin baştir întegreyî sîstema Slovakyayê bên kirin.

 

Ev helwesta Slovakyayê bû sedema nerazîbûn û rexneyên tund ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî ve ku Slovakya bi pîvanên cuda tometbar kirin.

 

Berdevkeke Komîsyona Yekîtiya Ewropayê bang li Slovakyayê kir ku cudakariyê di mijara penaberan de neke, ew ji çi nîjad û olê bin.

 

Berdevkekî Saziya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) jî heman daxwaz ji Slovakyayê kir.

 

Di mijara penaberan de, Slovakya bi giştî hewl dide ku xwe ji hewandina wan vedize. Beriya çend hefteyan jî, dema welatên Yekîtiya Ewropayê xwestibûn 40 hezar penaberan bi ser welatên endam de parve bikin, Slovakya dîsa xwe nedabû ber hejmareke diyarkirî û ev helwesta Slovakya û çend welatên din yên rojhilatê Ewropayê bibû sedema wê ku sîstema kotayê li ser asta Ewropayê neyê bikaranîn.

 

Li Slovakyayê bi giştî 800 penaber dijîn, di sala 2014ê de jî tenê 200 kesan li Slovakyayê daxwaza mafê penaberiyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst