Asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê û bandora wê ya li ser Rojavayê Kurdistanê

7 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye Tirkiye Rojavayê Kurdistanê Beşar Esed Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî dijminatiya bi salan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li ser hevdîtin û lihevkirinê diaxivin.

Lê lêkolîner di wê baweriyê de ne ku asayîkirina pêwendiyan dê di şevekê de çênebe, ji ber çend mijarên aloz dibe ku qonax bi qonax pêk were.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011an de dest pê kir, Enqereyê destpêkê hewl da ku hikûmeta Şamê hilweşîne û piştgirî da komên ku li dijî Esed çek hilgirtin. Erdogan jî Esed wekî "kujer" bi nav kir.

Lêbelê sal bi sal, ji ber ku Esed gelek deverên ku ji kontrola wî derketibûn ji nû ve kontrol kir, Erdogan paşve gav avêt û nerm bû.

Ji sala 2022yan vir ve, rayedarên payebilind ên Sûriye û Tirkiyeyê bi navbeynkariya Rûsyayê gelek caran hevdîtin kirine. Moskow dixwaze her du aliyan li hev bîne.

Mona Yacoubian, cîgira serokê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Amerîkî

“Esad û Erdogan bicivin jî di şevekê de lihevkirin çê nabe”

Alîkara Serokê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê ya Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê (USIP) Mona Yacoubianê got, “Esad û Erdogan bicivin jî di şevekê de lihevkirin çê nabe.”

Mona Yacoubianê herwiha got, “Ji ber gelek tevlihevî û xalên nîqaşê, ev dê pêvajoyeke dirêj û gav bi gav be lê ji bo Erdogan normalîzebûn girîng e, her çend wisa xuya bike jî.”

Ji destpêka şerê navxweyî ve, Sûriyeyiyan xwe li Tirkiyeyê girtin ku niha 3,2 milyon penaberên Sûriyeyî lê hene.

Zêdebûna dijberiya Sûriyeyiyan û têkçûna rewşa aborî, zext li Erdogan kiriye ku wan vegerîne Sûriyeyê.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyaseta Derve ya Amerîkayê (FPRI) Aaron Stein got, “Sûriye û penaberên wê li ser Erdogan bûne barekî giran û wê veberhênana ku Enqereyê li mixalefeta Sûriyeyê kiriye ki aliyê leşkerî ve têkçûne temam e.”

“Bi destekî li çepikan nayên xistin”

Tirkiye û grûpên çekdar ên girêdayî wê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê çend bajar dagirkirine

Ji wê 2016an ve Tirkiyeyê gelek caran êrişî herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kiriye.

Esad hefteya borî gotibp ku ew amade ye bi Erdogan re hevdîtinê bike lê mercên xwe yên wekî vekişîna leşkerên Tirkiyeyê ji herêmên dagirkirî û pişgirînekirina grûpên terorîst pêşkêş kiribûn.

Lêkolîner Stein di wê baweriyê de ye ku eger Erdogan bêje “ez dikarim bi Esed re hevdîtinê bikim dibe ku hevdîtin pêk were.

Di vê pêvajoyê de Bi destekî li çepikan nayên xistin, lê destê din jê kujerek e ku jê nefret dike heye.”

Bandora li ser Kurdan

Esad rêveberiya xweser bi "cudaxwaziyê" û hêzên Amerîkî yên li herêmên di bin kontrola HSDyê de wekî "dagirker" tawanbar dike.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêkhateya sereke ya HSDyê ye, ji aliyê Tirkiyê ve wekî baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê dîtin.

Her nêzîkbûnek di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de dikare bibe sedema nîgeraniyeke mezin ji bo Kurdan, da ku destkeftiyên xwînrêj ên şer rastî êrişên dijberiya hevbeş a herdu welatan bên.

Birêvebirê Bernameya Lêkolînên Tirkiyeyê yê Enstîtuya Washingtonê Soner Kagaptay dibêje, Enqere "dixwaze Esed ji PKKyê dûr bixe da ku rêxistinê bitepisîne", ev yek dê bibe sedema "normalîzekirineke rasteqîn a rewşa bakurê rojavayê (Sûriyê) û Tirkiye dê pêbendî rêkeftinekê bibe a “vekişîna qonax bi qonax a leşkerên xwe ji nav axa Sûriyeyê.”

“Girêka aloz”

Kagaptay di wê baweriyê de ye ku di qonaxa destpêkê ya guherîna pêwendiyan de, Erdogan dikare desthilatdariya Esed li ser bakurê Sûriyê nas bike lê di heman demê de pirsgirêka ewlehiyê di destê Tirkiyeyê de bimîne da ku Enqere bikaribe bigihê armanca şandina penaberan.

Lê ya aloz, li gorî Kagaptay, hejmareke mezin ji sivîlan li deverên ku niha di bin kontrola Tirkiyeyê de ne, naxwazin di bin desthilata Esed de bijîn û dikarin ji Enqerê dûr bikevin û dest bi dijberiya Tirkiyeyê bikin.

Di hefteyên dawî de li herêmên di bin kontrola hêzên Tirk û grûpên çekdar ên Sûriyeyê de xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê hatin lidarxistin.

Di sala 2022yan de dema ku nûçeyên nêzîkbûna Enqere û Şamê belav bûn, dîsa xwepêşandan hatibûnn lidarxistin.

Peymana Edeneyê

Stein di wê baweriyê de ye ku hebûna hêzên Amerîkî li herêmên Rêveberiya Xweser dê rê nede Tirkiye û Sûriye bi hêsanî êrişî wan deveran bikin.

Stein got, “Yekane rê, Peymana Edenê ye, ku maf di Tirkiyê ku çend kîlometreyan di kûrahiya sînorê Sûriyeyê de operasyon bike.”

Peymana Edeneyê, piştî ku Tirkiyeyê gefa êrişa leşkerî xwar, di sala 1998an de ew peyman hat îmzekirin û Şamê qebûl kir ku piştgirî nede PKKyî û rê nede gerîlayên wê derbasî nav axa wê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst