Piştî vekişîna Biden kê çi got?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden Donald Trump Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Joe Biden xwe ji namzediya serokatiya Amerîkayê vekişand û alîkara xwe Kamala Harrisê wekî namzed destnîşan kir, mijara namzediya Demokratan di rojevê de germ bû.

Di dîroka Amerîkayê de ti namzedekî serokatiyê ev qas nêzî hilbijartinê xwe paşve nekişandibû.

Piştî ku Joe Biden xwe ji namzediyê vekişand bertekîn cuda li pey xwe anîn.

Serokê Encumena Nûneran a Amerîkayê Mike Johnsonê ji partiya Komariyan got, “Eger Biden ji bo namzediya serokati ne guncaw be, ew ne guncaw e serokatiyê bike. Divê demildest îstifa bike.

Berpirsa berê yê CIAyê Larry Johnsonê diyar kir ku piştî biryara Biden a vekişîna ji pêşbirka hilbijartinê, siyaseta Amerîkayê ketiye qonaxeke nû ya kaoseke mezin.

Clintonan piştgirî da Biden

Serokê Berê yê Amerîkayê Bill Clinton û hevjîna wî Hillary Clinton ji bo têkbirina Donald Trump pişgirî da Kamala Harrisê û got, “Çi ji detê me bê em dê bikin.”

Ji Brîtanya û Rûsyayê daxuyanî:

Serokwezîrê Brîtanyayê Kieran Stammer di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew rêzê li biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden digirin û li bendê ne ku di mehên dawî yên desthilatdariya wê de pê re bixebitin.

Stammer got ku biryara Biden li ser bingeha berjewendiya gelê Amerîkayê ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê diyar kir ku piştî vekişîna Serokê Amerîkayê Joe Biden ji pêşbirka hilbijartinê, gava din a ku bê avêtin divê lêkolîna li ser peymana veşartî ya di navbera medyaya Amerîkî û derdorên siyasetmedaran de were kirin ku rewşa rastîn a derûnî ya Serok veşartine.

Kremlîn: Divê bi baldarî temaşe bikin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beriya niha gotibû ku Biden ji bo Rûsyayê namzedê pêşbînîkirî tê tercîhkirin.

Peskov got, “Ji hilbijartinan re hîn 4 meh mane û ev demeke dirêj e ku gelek tişt dikarin bên guherîn.

Divê meriv bi sebir be û bi baldarî temaşe bike ka dê paşê çi bibe. Armanca me ew e ku em bigihin armancên operasyona leşkerî ya taybet.”

Elon Musk: Ji Trump ditirsin

Karsazê Amerîkî Elon Musk jî biryara vekişîna Biden nirxand û got:

“Rayadarên rasteqîn dev ji kuklayê berê berdidin û ya ku şansê wê yê raya giştî pê bixapînin zêde ye tercîh dikin. Ji Trump ditirsin ji ber ku ew ne kukla ye.”

Almanya: Ew hêjayî pesindanê ye

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden a vekişîna ji namzediya hilbijartinên serokatiyê yên ku dê di 5ê Çiriya Paşînê de bên kirin, hêjayî pesindanê ye.

Olaf Scholz got, “Dostê min Joe Biden ji bo welatê xwe, ji bo Ewropa, ji bo cîhanê gelek tiş kirine.

Bi saya wî, hevkarîya transatlantîk bihêz e, NATO xurt e û Amerîka ji bo me hevkarekî baş û pêbawer e. Biryara wî ya ku careke din ne namzed e hêjayî pesindanê ye.”

Dê kî bibe namzedê Demokratan?

Ji bo ku kesek bibe namzed divê herî kêm ji 1968 delegeyan Demokratan deng wergire lê Biden zêdetirî 3 hezar û 800 deng wergirtibûn.

Partiya Demokratan dê di nîvê Tebaxê de berbijarekî din destnîşan bike. Piştî Biden,  Dan Phillips herî zêde deng wergirtibûn.

Kamala Harris, Gavin Newsom û Gretchen Whitmer jî wekî sê namzedên din ên bihêz têne dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst