Kurdan xwepêşandanên berfireh li dijî Peymana Lozanê saz kirin

22-07-2023
RÛDAW
Nîşan Peymana Lozanê Cenev Lozan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Cenev û Lozanê yên Swîsrayê xwepêşandanên berfireh bi boneya derbasbûna 100 salan bi ser Peymana Lozanê re hatin sazkirin û Kurdistaniyên ji bajarên cuda tê de beşdar bûn.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê di 100 sala Peymana Lozanê de ku 24ê Tîrmeha 1923an hatibû îmzekirin û nehiştibû Kurd bibin xwedî statu, nêzîkî 15 hezar Kurd li dijî peymanê xwepêşandan kirin.

Ji serê sibê ve ji gelek welatên Ewropayê Kurdistaniyên ji bajarên cuda berê xwe dan bajarê Lozanê. Meşa xwepêşanderan ji pêşiya avahiya Chateau d'Ouchyê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin dest pê kir û ber bi Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, berdewam kir.

Herwiha li Cenevê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî peyamana Lozanê hat protestokirin.

Beşdariyên xwepêşandanê li Lozanê bi deqîqeyekê ji bo jiyana "şehîdên rebaza Kurdayetiyê" rêz girtib û sirûda Ey Reqîb xwendin û ala Kurdistanê û ala PKK û wêneyên Abdullah Ocalan bilind kirin û li dijî Peymana Lozanê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Peymana Lozanê di 24ê Tîrmeha 1923an de ji aliyê Tirkiyê, Fransa, Brîtanya, Îtalya, Japonya, û Yugoslavyayê ve hate îmzekirin, ev jî bû sedem ku hilweşandina Peyma Sevrê ku ji bo serxwebûna Kurdistanê soz hatibû dayîn.

Li Cenevê jî xwepêşanderan li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî Kurd Ala Kurdistanê hildan û dirûşma Kurd û Kurdistanê berz kirin û Peymana Lozanê protesto kirin.

Mihemed Zeyto ku ji bajarê Kobanî yê  Rojavayê Kurdistanê ye wiha got: "Piştî sed salan em dixwazin Peymana Lozanê şermezar bikin, ji ber ku Kurdistan kiriye çar parçe." 

Di destpêka sedsala 20an de Kurdan hewla serxwebûna Kurdistana Mezin dan. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û têkbirina Împaratoriya Osmanî, hevalbendên rojava yên şer salên 1920î di şer de bi ser ketin, soza avakirina dewleteke serbixwe ya Kurd dan. Lê piştî sê salan, ji ber avabûna tevgereke netewperest a Tirkî bi serokatiya Mistefa Kemal Ataturk, Peymana Sevrê hate rakirin û Peymana Lozanê ji bo avakirina sînorekî nû yê Tirkiyê hate danîn, ku tê de ti bendên avakirina dewleteke Kurdî ya serbixwe tune bûn. Di encamê de Kurdên li Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê bûn yek ji pêkhateyên kêmnetew û hemû hewldanên serxwebûna Kurdistanê bi zorê hatin serkutkirin, ya herî dawî jî referandûma serxwebûnê ya 2017an a Başûrê Kurdistanê bû, ku tevî ku ji sedî 93 xelkê dengê erê da.

Yek ji organîzatorên xwepêşandana li Cenevê Xurşîd Elî got, "Em ji bo şermezarkirina vê peymanê hatine ku bûye sedema bi dehan jenosîd, bi dehan qirkirin û bi mîlyonan koçber û penaberan. Mixabin trajediya wê heta roja îro berdewam dike."

Mihemed Zeyto herwiha got: “"Kurd ne wekî sed sal berê ne, niha Kurd bi hêz in, em bang dikin ku peyman bê hilweşandin û peymaneke nû ku tê de mafên Kurdan bêne parastin pêk were/"

Sed sal piştî Peymana Lozanê ku ji aliyê Tirkiye, Fransa, Îtalya, Japonya û Yûgoslavyayê ve hate îmzekirin Kurd hêj bê dewlet in û li gorî Enstîtuya Kurdî ya li Swîsreyê Kurd weke mezintirîn neteweya bê dewlet ku li seranserê cîhanê zêdeyî 70 mîlyon Kurd hene.  

Welatiyê Rojavayê Kurdistanê Qeys Elî jî di xwepêşandana Cenevdê de banga yekîtiya Kurdan kir û got, "Vê peymana reş Kurdistan kir çar parçe. Eger Kurdistan çar parçe bibe, divê em gel xwedî yek dest, yek ruh û yek dil bin ku em bi hev re ji bo Kurdistanê tiştekî bikin." 

Rêkxerekî din li ber navenda Neteweyên Yekbûyî got, "Ev peymana şermê bêyî hebûna Kurdan hatiye îmzekirin. Divê em peyama Kurdistanê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihînin ku heta Kurdistan azad nebe, li Rojhilata Navîn demokrasî bi ser nakeve.”

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 1923an  li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê welatên weke Brîtanya, Fransa, Tirkiye, Yûnanistan, Japan, Romanya,  Kirwatya, Slovenya û Sirbistanê ve hatiye îmzekirin.

Peymana Lozanê ku yek ji peymanên dîrokî ye, ji ber berjewendiyên çend dewlet û hêzên cîhanê li gorî wê peymanê erdnigariya Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê de hat perçekirin.

Ji ber ku Peymana Lozanê hat îmzekirin û kete meriyetê, Peymana Sêvrê ku avabûna dewleta Kurdistanê dihate pêşbînîkirin, derbasdariya xwe ji dest da.

“Behsa avakirina Kurdistanê û sînorên wê hat kirin”

Damezrandina Kurdistanê û sînorên wê di xalên 62, 63 û 64an de, ku di beşa sêyem a peymana Sevrê ya ku di sala 1920an de hat îmzekirin, bi zelalî bi navê Kurdistanê hatibû behskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst