Rûsya: Ji bo zindîkirina peymana dexlûdanan em li benda encamên berbiçav in

Moskow (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin Peymana Dexlûdanan wekî lîstikek yekalî bi nav kir û da zanîn ku bi vê peymanê tiştek ji bo Rûsyayê nehatiye kirin; li Moskowê bîryareke nû jî hat dayîn: Navenda Hevbeş a Koordînasyona Stenbolê ku nûnerên aliyên Peymanê tê de cih digirtin, hat hilweşandin.

Cîgirê Wezîrê Derve ya Rûsyayê di bersiva pirsa Rûdawê de dibêje ku ji bo zindîkirina vê peymanê, em li benda encamên berbiçav in.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşînin got "Ew formûla ku serokê Rûsyayê aniye ziman, cîbicîkirina daxwazên me ne. Ez li vir dubare bikim, daxwazên me yên qanûnî ne û pir asan in. Wek dizanin pênc mercên me hene. Piştî wê, hevkariya me mumkûn e. Lê tenê li gor encaman; li gor encamên misoger."

Ew pênc mercên Rûsyayê jî weha ne: Yekem, girêdana Rosselkxozbankê bi sîstema SWIFT; duyem, radestkirina bo Rûsyayê parçeyên yedek ji bo makîneyên çandiniyê; sêyem rakirina qedexeyên li ser bîmeya keştiyên Rûsî; çerem, restorekirina karê xeta lûleya amonyak ya Tolyatti  Odessa; pêncem Rakirina blokê ji ser hesabên biyanî yên şirketên Rûsî.

Serokê Yekîtiya Dexlûdanê ya Rûsyayê Arkadî Zloçevskiy diyar kir "Der jê ziyanê, tiştek ji vê peymanê ne gihişt Rûsyayê. Wan karibûn karê boriya Amonyakê ya Tolyatî-Odessa ji nû ve bidin destpêkirin; an ku pêşiya hinardina peynên Rûsyayê vekin û Rêsya karibû sûd ji wê yekê werbigre lê wan tiştek ne kir. Herî zêde, Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jê sûdmend bûn."

Ji aliyê din ve hat zanîn ku Moskow garantiyên ewlehiya seyrûseferê ya li Deryaya Reş paşve kişand, korîdora mirovî ya deryayî qut kir û li bakur-rojavayê Derya Reş rejîma "herêmeke demkî ya xeternak" ragihand.