DÎBEYT – Krîza Sûriyê û beşdarkirina Kurdan di danûstanan de

Hewlêr (Rûdaw) – Ev zêdeuî 9 salan e ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê krîz heye û ji bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, bi salan e, hevdîtin û civîn hatine lidarxistin û heta niha jî berdewam in.

Ji destpêka krîza Sûriyê ve, danûstandin li ser asta navxweyî, herêmî û navdewletî, derbarê rewşa vî welatî têne kirin. Beşdarbûna nûnerên Kurd, li cem beşekî çavdêran, bûye cihê pirsê, ku gelo Kurd weke pêkhateyeke xwedî taybetmendî û serbixwe têne vexwendin û beşdar dibin, yan weke beşekî ji opozisyonê?

Parlamentera Partiya Keskan Hanah Neuman, Parlamentera Endamê Parlamentoya Ewropayê Ozlem Demirel û Damezrînerê Komeleya Dostên Ewropayê Darmendra Kenanî têkîldarî vê mijarê di bernameyeke taybet bûn mêvanê pêşkeşkarê Rûdawê Hemin Ebdullah.

Parlamentera Partiya Keskan Hanah Neuman: “Bi baweriya min, ev bi zelalî ji me re dibêje ku divê li ser her maseyeke danûstandinê li ser siberoja Sûriyê û dîtina çareseriyê; nûnerên hemû grûpên cuda yên li Sûriyê dijîn hebin. Bêguman divê jin û ciwan jî beşdar bin. Lê herwiha bêguman em dixwazin nûnerên Kurdan jî di gotûbêjên Jinêvê de hebin.

Hanah Neuman tekez dike ku divê hemû alî û komên li Sûriyê ne beşdarî diyalogê bibinû wiha pê de diçe: “Bi heman radeya ku Kurd dixwazin beşdarî gotûbêjan bibin, bi heman radeyê divê aliyên din jî beşdar bin. Ez nabêjim Esed, lê divê hinek berpirsên hikûmeta Sûriyê jî beşdarî gotûbêjan bibin. Herwiha divê em hin rêyên din bibînin ji bo beşdarîkirina komên ku benzînê bi agirê tundûtîjiyê de dikin. Ev nayê wateya mikurhatinê, lê dibe ku neyê wateya ku bi rastî li ser maseya gotûbêjan rûnin jî. Lê bêguman pêwîst e ji bo dîtina çareseriya demdirêj em kanalên gotûbêjê li her cihî vekin.”

Endamê Parlamentoya Ewropayê ya ser bi lîsteya Partiya Kesekan ve Ozlem Demirel jî diyar kir ku ew di wê baweriyê de ku  divê berî her tiştî bê gotin ku Sûriyê welatekî pirçand û pirol û netewe ye û wiha got: “Niha li Sûriyê rewş ne bi wî awayî ye ku hemû pêkhateyên wî welatî beşdarî biryara siyasî bibin û mafên xwe yên kultûrî wergirtibin û wek pêkhateyeke cuda bi zimanên cuda bipeyivin û bijîn. Ev pirsgirêk e. Giring e bê gotin ku pêwîst e her pêkhateyeke ku li Sûriyê dijî bi wekhevî nûnertiya wan di wê sîstema siyasî ku tê danîn de hebe.

Li gor min giring e çareseriyek bê dîtin bi awayekî ku hemû komên ku li wir dijîn tê de beşdar bin. Mebesta min ne grûpên radîkal ên wek DAIŞê ye. Baweriya DAIŞê bi demokrasiyê nîne. DAIŞ ne grûpeke Sûrî ye û ne pêkhateyeke etnîkî ya Sûrî ye. Lê grûpên din ên ser bi ol û neteweyên cuda hene ku divê beşdarî gotûbêjan bibin.”

Di berdewamiya axivtina xwe de Demirel got: “Pirsgirêk ew e wek nimûne Tirkiyê li ser maseya gotûbêjê ye, nûnerê Esed jî li wir e. Nûnerên çend welatên din jî li ser maseya gotûbêjê ne, Neteweyên Yekbûyî (NY) jî li wir e. Lê nûnerê Rêveberiya Xweser a Rojava ne li wir e. Li gor min ev tişt nayê qebûlkirin. Eger tu çareseriyeke demokratîk ji bo Sûriyê dixwazî, divê hemû pêkhateyên olî û neteweyî beşdarî danûstandinan bin. Rêyeke demokratîk bê dîtin da ku hemû bi hev re bijîn, bi hev re di aştiyê de bin. Ev pêk nayê eger Rojava beşdarî gotûbêjan nebe.Ne ku wek hikûmeteke serbixwe lê belê wek hikûmeta otonomî beşdarî proseyê bibe. Li gor min xala herî giring ev e.”

Parlamentera Partiya Keskan Hanah Neuman jî got: “Bi baweriya min, giring e hêvî û umêda me hebe, heke na em dê winda bibin. Neh sal in hevrikiya Sûriyê berdewam e. Divê ez bêjim bi nerîna min hizra komkirina hemû pêkhate û aliyên Sûriyê li ser maseya gotûbêjan pêk nayê. Ez bawer nakim ev biqewime. Her çiqasî tiştekî pir baş dibe. Lê ez bawer nakim. Gelek berjewendiyên cuda li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Sûriyê hatine hûnandin. Mijar jeopolîtîkî ye. Em dizanin heta yekalî nebe ka nêta Tirkiyê çi ye, nêta Rûsyayê çi ye û Amerîka dixwaze çi bike û çi neke. Em nagihin ti encamekê. Gava ev yekalî bûn, dibe ku mukmin be hemû aliyên Sûriyê li ser maseyekê bên civandin.

Darmendra Kenanî  destnîşan kir ku pirsgirêkeke din ew e ku Sûriyê nimûneya têkçûna hevdengiyê ye û wiha domand: “Bi nerîna min, heta NY û aliyên din, herwiha Ewropa ku dabînkera sereke ya lihawarçûna mirovî li Sûriyê ye, li hev neyên civandin; çawa dibe şêwazeke din a reftarê bê meşandin bi awayekî ne xwesepandin be bi ser hêzên navxwe yên Sûriyê de. Dibe ku egera civandina hemû aliyan li ser maseya gotûbêjan misoger bike. Lê pêwîstiya vê bi rêvebirineke hişyar heye. Ji xweber naqewime. Divê NY bi taybetî bi Ewropayê re bi awayekî cuda lê çêtir bixebite ji bo civandina aliyan li ser maseyekê. Çimkî ev ji xweber çênabe. Ez naxwazim nirxê gotinên hevkarên xwe kêm bikim, ku bawer dikin divê şêwazeke giştgir bê meşandin. Hemû gotinên wan giring in, lê bila em rastbîn bin. Naqewime! Ji ber ku jeopolîtîkê rewşa Sûriyê têk daye. Herwiha akterên wek Amerîka, Rûsya û Tirkiyê hemû li dora Sûriyê çerx dibin, carna bi rewşê re direqisin. Carna jî ji dûr pê re dilîzin. Tiştê ku divê em bikin ew e ku şêwazeke piralî bê meşandin ji bo çareserkirina rewşê.”

Kenanî anî ziman bi dîtina min, a ku divê NY û Yekîtiya Ewropayê (YE) bi hev re bikin ew e ku çend şêwazên reftarê bi rewşa Sûriyê re tevlihev bikin û wiha axivî: “Pêş çavê wan zelal be derbarê dorpêçên ku bi ser Sûriyê de disepînin. Pêş çavê wan zelal be derbarê sînorê çalakiyên wan di dema karkirina wan de li wir ji bo çêkirina rengekî ji rêkxistinê li Sûriyê. Ev di şev û rojekê de pêk nayê, lê divê dest bi vê gotûbêjê bê kirin û bi rêya peydakirina pereyan û danîna dorpêç û bandor û guvaşên siyasî da ku tişt bi aliyekî xuya de herin.Di vê demê de, bi hebûna tundûtîjiyê li Rojhilata Navîn û navçeyên din û belavbûna vîrûsa Koronayê re, mumkin ev şerê neh salî, neh salên din jî dirêj bike.

Bi baweriya min, hêla sereke ew e ku di dawî de pêwîstiya me pê heye em hemûyan li dora maseyekê bicivînin. Yan akterên li Sûriyê li ser tiştekî li hev bikin. Herwiha hemû akterên derveyî jî ku neh sal e desttêwerdanê li Sûriyê dikin. Tiştê ne rastbîn û astengî ew e ku tu hêzên navxwe yên Sûriyê bînî ser maseyekê. Bi heman radeyê jî astengî ye ku tu hêzên derveyî yên derveyî Sûriyê li ser maseyekê bicivînî. Em dibînin ku li Encûmena Ewlekariyê çawa Çîn û Rûsya her tiştî veto dikin. Pirs ev e gelo YE dixwaze çi rolekê bilîze? Ev pirseke ku mixabin di çend salên borî de YE xwe jê vedidize. Gotinên wî tam rast in ku YE pereyên zêde li Sûriyê xerc dike. Ez ne şaş bim ji destpêka krîzê ve, 20 milyar euro li ser koçber û penaberan xerc kiriye; ku zêdetirîn rêjeya pereyan e ku heta niha hatibin dan. Lê tucarî YE xerckirina pereyan wek kerta fişarê bi kar neaniye.

Kenanî  dide zanîn ku Ewropa bi awayê leşkerî dest newerdaye Sûriyê û dibêje: “Lê pirs ev e: Çima em wan pereyan wek kerteke fişarê nadeynin ser maseya gotûbêjan? Ez dizanim çima, çimkî Ewropa di nav dudiliyê de asê maye. Ez jî nizanim çi pêşniyar bikim. Çimkî li hêlekê em dikarin bi şert alîkariyên mirovî bişînin. Em dikarin bêjin em ê bi vî şertî alîkariyên mirovî bişînin ku bi wekhevî li ser hemû şêniyên Sûriyê bên belavkirin. Eger rê li ber me neyê girtin û em bi hêsanî bikarin sînor derbas bikin, heke na em ê tenê bişînin navçeyên ku ne li jêr kontrola rejîmê ne. Lê eger em wisa bikin, em rê didin ku xelk li navçeyên li jêr destê rejîmê rehîne bin. Dibe ku hemû ne ser bi rejîmê jî bin. Lewma jî ev biryareke dijwar e. Li gor min pirsgirêk ew e ku ez nizanim çareserî çi ye. Eger min zanibûya, ez ê niha ne li vir bûma û ez ê pir zengîn jî bûma. Çareserî li ba min nîne, lê bi nerîna min divê em dîbeytê bikin. Em nikarin her û her ji dîbeytê birevin.”

Derbarê rola Tirkiyê de Ozlem Demirel dibêje: “Binere, pirsgirêk ew e ku hergav guherîn tê ser ravekirina rola Tirkiyê li Sûriyê. Berî şeş yan heşt mehan, em li vir, li Perlemana Ewropayê civiyan û hemû endaman dengê xwe bilind kirin û gotin em dagîrkirina bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê Tirkiyê qebûl nakin. Ev ne tiştekî baş e û rewşê xerabtir dike. Rexne tund bûn. Gotinên hişk li hember Tirkiyê hatin kirin. Lê hemû gotin ne rastgo bûn. Çimkî di wê demê de hinek welatên endamên Perlemana YE çek ji Tirkiyê re dişandin. Her çiqasî bi dev dijatiya Tirkiyê dikirin. Mijar rola jeopolîtîkî ye.

Bi nerîna min divê em behsa rola YE jî bikin. Çimkî rast e ku YE hergav dibêje bi awayekî rasterast ne beşeke ji hevrikiya Sûriyê. Lê ji aliyekî din ve YE hergav mijûlî wan penaberan bû ku ji Sûriyê dihatin û tên. Xala sereke jî ku YE dubare dike ew e ku em naxwazin koçber ji Sûriyê û Tirkiyê werin ba me. Ev jî ne baş e, ne baş e. Tevî ku bi dirêjiya pêşveçûna hevrikiya Sûriyê, YE û Amerîka roleke baş nelîstin. Ez qet ne hevsoz im ligel Esed. Lê yek ji pirsgirêkên ku hene siyaseta guherîna rejîmê ye. Mebesta min welatên endamên NATO ye. Me ji pêşî de ev xwest. Heman pirsgirêka me li Lîbyayê jî hebû. Binere çi hat serê Lîbyayê. Niha YE nizane çawa bi rewşa Lîbyayê re tev bigere. Di dema behskirina rewşa Sûriyê de me behsa vê jî kir. Berî her tiştî hizr li guherîna rejîmê ji aliyê hêzên derveyî hat kirin.”

Demirel amaje kir ku çêdibe ku tekane çareserî ji bo hemû şêniyên Sûriyê ew be ku guherîna rejîmê li hundirê welêt pêk were li navxwe û got: “Piştre sîstemeke demokratîk li nav welêt ava bikin.Bêyî li berçavgirtina berjewendiyên Tirkiyê, Ewropa û Amerîkayê. Bê ku çavê wan li çavkaniyên wî welatî be. Çimkî ew çavkanî yên şêniyên wî welatî ne û tiştekî nayê qebûlkirin e. Çimkî neh sal in li Sûriyê însan dimirin.”

Kananî dibêje: “Bi nerîna min, eger ev zelal bûya niha gelek destkeft li Sûriyê bi dest dihatin. Komisyoneke me ya nû heye, ku wisa hatiye danîn wek komisyoneke jeopolîtîk bê temaşekirin û xwedî otonomiya stratejî ye. Bi gotinên zelal nehatiye danasîn. Çimkî diyar e, ji destpêkê ve ji ber vîrûsa Koronayê karên wê astengdar bûn. Gotara serdest bo her tiştê ku encam dide ew e, belavbûna vîrûsê, tundûtîjî û krîz. Wek li Libnanê û herwiha tiştê li Lîbya û Sûriyê diqewime. Ez bawer nakim planeke zelal hebe. Pirsgirêk jî ev e. Bi nerîna min, ew hest heye ku di eynî demê de kêşeya hemûyan e û ne kêşeya tukesî ye jî. Ji ber ku neh sal in krîza Sûriyê berdewam e. Herwiha wek hevkara min got ku çawa par Tirkiyê êrîş kir, pêşî hemû cîhanê sersamî û nerazîbûn nîşan da. Lê ji nişka ve hemû bêdeng bûn û Tirkiyê berdewam bû. Bi nerîna min, ev nîşaneke bo nebûna stratejiyeke jeopolîtîk bo deverê. Herwiha ji bo Sûriyê jî. Yek ji dilgiraniyên min ew e ku ev bê stratejî dê rojekê bi me ve bide, dê bi me hemûyan ve bide li Ewropayê. Çimkî ji aliyekî ve me peymaneke xerab bi Tirkiyê re kiriye ji bo rênedana hatina koçberan bo ser sînorên Ewropayê. Krîzeke mezin a aborî li Sûriyê heye. Esed di kêşeyê de ye. Enflasyoneke mezin heye. Libnan jî di aliyê aborî de di rewşeke xerab de ye. Navçe di rewşeke xerab de ye. Bandora vê rewşê li ser Ewropayê heye.”

Kananî bal kişand li ser siberojê û got: “Bi rastî eger em li siberojê nefikirin ka wê çi bi ser aboriya Ewropayê de bê, di encama bûyerên ku li derveyî Ewropayê diqewimin, hingê rewş xerabtir dibe. Çawa Ewropa dikare bandora xwe ya aborî û siyasî bi kar bîne? Bi awayekî ku em peymana xwe bi Tirkiyê re bi kar bînin û herin nav gotûbêjeke cuda li ser Sûriyê. Em alîkariya xwe ya darayî bi kar bînin û bandora xwe di nav NATO û NY de bi kar bînin da ku em hemû bikarin tiştekî bikin. Em xelkê li dora maseyekê kom bikin ji bo gotûbêjeke rastgo li ser bûyerên navçeyê. Ne tenê Sûriyê, lê derbarê temamiya deverê. Bi nerîna min, ev derfetê dide me da ku em di derbarê Sûriyê de cuda bifkirin. Çimkî niha Sûriyê di rewşeke pir lawaz de ye. Derfeta Ewropayê heye pêşeng be ji bo dirustkirina gotûbêjeke nû û cuda û dînamîk li deverê. Ez hêvîdar im vî karî bike. Gelo niha ev zelal e? Na. Pirs ev e gelo berçav-zelalî li ser rola stratejî û armancan li Sûriyê heye? Na. Şîreta min ev e ku em li hemû navçeyê binerin. Em li rewşa aborî ya niha li Sûriyê binerin, herwiha bi heman awayî tiştê li Libnanê diqewime. Em derfetê bi kar bînin, mebesta min ne bi awayekî xweperist e, lê em dikarin bandora xwe bi kar bînin ji ber rewşa aborî ya xerab a wan welatan û valahiyê tije bikin. Bi hêsanî tê tijekirin. Çêdibe valahî ji aliyê wan welatan bê tijekirin ku dilgiraniya me li hember wan heye, li rojava yan rojhilatê Sûriyê.”

Neuman jî bal kişand li ser mijara hevgirtina Kurdan û got: “Bi dîtineke derveyî, ez dibêjim xaleke erênî heye, ew jî ew e ku Kurd dikarin qet nebe di wê yekê de hevgirtî bin ku bizanin hêviya wan ji bo siberoja Sûriyê çi ye. Dengê wan bilindtir dibe û baştir tê bihîstin. Ji her kesî re li derve hêsantir dibe bi Kurdan re tev bigere, çimkî wê çaxê tenê yek Kurd dibin. Paşê çêdibe nûnertiya dengê wan bê kirin û beşdarî danûstandinê bin. Bi vê nerîna stratejî, bi baweriya min, wek keseke biyanî, hevgirtin ji bo Kurdan sûdê digihîne wan.

Ji aliyekî din ve, bi nerîna min ne dadmend e em ji Kurdan re bêjin divê tenê yek nerîn û yek dengê we hebe di demekê de ku hemû aliyên din ji grûpn cuda cuda pêk tên. Bi heman awayê civaka Kurdî ku civakên me jî pirreng in. Bi rastî ez fêm nakim çima divê Kurd yek deng û yek reng bin di demekê de ku gelek deng û rengên cuda yên hemû aliyan hene û dixwazin bi awayekî demokratîk nûnertiya wan bê kirin. Ev du aliyên mijarê ne û ragirtina balansê ne hêsan e.”

Li ser yekbûna Kurdan Demirel jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez bawer nakim Kurd yekdeng bin, ev ne realîte ye. Lê baweriya min wisa ye ku cudahiyeke giring heye. Heta berî çend salan, Kurd ne xwediyên sîstema xwe ya demokratîk bûn. Heta niha eger tu li wan hemû Kurdan temaşe bikî ku li welatên Rojhilata Navîn dijîn, Kurdên Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê. Li van çar welatên giring in. Bi taybetî li Tirkiyê hejmara Kurdan zêde ye. Ez fêm dikim her cara axaftin tê kirin, tê gotin eger em bixwazin bihêz bibin divê em yekdeng bin. Ne ji mafê min e ez bêjim ku divê çawa bin. Bi nerîna min, tiştê giring bo Kurdan ew e gava bo demokrasiyê şer dikin, gava şerê DAIŞê dikin, yan dema li dijî her aliyekî ne-demokratîk şer dikin, hergav tekez dikin ku ew aştîxwaz in û dixwazin dewlet yan navçeyeke demokratîk ava bikin ku wekhevî û dadmendî tê de hebin. Yan dibe ku paşê piralîtî jî. Ev giring in. Bi nerîna min, ev ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo Sûriyê jî giring in.”

Ozlem diyar dike ku ew ne beşek e ji ti aliyekî gelê Kurd ku li çar welatan dijîn û dibêje: “Lê bi baweriya min ev gengeşeyeke sereke ye ku tê gotin divê em hemû yekdeng bin da ku dengê me bihêztir be. Ez vê nerînê fêm dikim. Rewşa wir ne wek Almanya ye heta ku em behsa piralîtî û tiştên wisa bikin. Rewş cuda ye. Bi nerîna min, xaleke giring a din ew e wek nimûne li Sûriyê, eger Kurd bixwazin bên qebûlkirin, divê ji aliyê Ereban ve jî bên qebûlkirin. Eger bixwazin serdemek derkeve pêş ku bi çavê wekhevî li wan bê mêzekirin, ji her tiştî giringtir ew e ku Ereb yan gelê Sûriyê bêjin erê em dixwazin xwişk û birayên Kurd wek me wekhev bin. Pir giring e Kurdên Tirkiyê hevsoziya Tirkan bi dest bixin bi awayekî ku Tirk bêjin na em naxwazin êdî Kurdan bibînin ku nikaribin bi xwe biryar bidin. Bi baweriya min, ev yek ji xalên herî giring e. Dibe ku giring be bi yekdengî bi Amerîka yan NY re biaxivin, lê ji vê jî giringtir ew e ku hevsoziya gelên welatên li wan dijîn bi dest bixin. Bi nerîna min ev ji hemûyî giringtir e.”

Kenanî eşkere kir ku ew  naxwaze li ser wê yekê biaxivim gelo YE bi wê rengî dibîne yan na û got: “Lê ya rast, eger ew berdewamiyê bi vê gotûbêja we bidin, eger ew behsa modela hukmdariyê bikin, modela hukmdariyê çi ye?Gelo hûn wê bi zelalî dibînin? Ez nabînim. Em wê yekê dibînin ku em dikarin bibînin, ew jî ew e ku kêr û çetela çend akterên navneteweyî li ser navçeyê bûn. Bi taybetî Sûriyê. Bi awayekî ew parçe parçe kirin. Niha navçeya kontrolkirî ji aliyê Kurdan, ku bakurê Sûriyê ye, yek e ji wan cihên pirr kêm ku xelkên ser bi çandên cuda tê de dijîn. Lê ev wisa nake ku em wek çareserî lê binerin. Bila em wisa bêjin ku modeleke hukmdariyê heye, lê rastî ew e ku ev me nagihîne ti encamekê. Ev çareserî, yek yan çend dewletan ji me re berdest nake ku pêwîst e em ji bo navçeyê lê bifkirin. Her çiqasî ew berpirs jî bêje Ewropa wek modela hukmdariyê li me dinere, Ewropa bi rêyên cuda tev geriyaye. Tew welatên ku bi êrîşa Tirkiyê şaşwaz jî bûbûn, rêkeftinên wan ên firotina çekan bo Tirkiyê hene, pabendî wan rêkeftinan bûn. Di eynî demê de, dengê xwe bilind dikirin û digotin bila em dorpêça çekan deynin ser Tirkiyê. Lê pêwîstiya me bi danîna dorpêça rastîn heye. Di eynî demê de miamelekirina bi Tirkiyê re jî giring e. Di derbarê yekdengiya Kurdan û serkeftina hukmdariya Kurdî de, ev ti cudahiyekê çênake heke em pirsgirêkê çareser nekin. Di derbarê pirsgirêkê de jî, berî vê programê hevkarên min di panelê de behs kirin ku pêşî cîhanê dixwet rejîmê biguhere. Lê cîhan bi awayekî kûr guherî di derbarê şêwaza reftara ligel krîzên li derveyî sînorên me de. Pêwîstiya me bi plan û şêwazeke nû heye ji bo hilberînê li navçeyê û Sûriyê bi taybetî. Herwiha pêwîstiya me bi siyasetvan û danûstankarên rastbêj heye. Li şûna yên ku bi dizî ligel rêkeftina firotina çekan e û bi dev li dijî wê ne. Pêwîstiya me bi hinek danûstankarên rastbêj heye ku bikarin li dora maseyekê rûnin û me qonaxekê bibin pêş, bi awayekî li piralîtiya Sûriyê mikur bên. Herwiha divê wê rastiyê jî qebûl bikin ku hinek kes hene nerîna wan neguhêr e û divê em vê jî qebûl bikin û bi wan re kar bikin.

Neuman  tekez dike ku hemû ewên li Sûriyê dijîn, divê nûnerên wan li ser maseya gotûbêjan hebin û dibêje: “Ev nayê wateya kesên ku tawanên hovane û tawanên dijî mafên mirovan encam dane, mafê wan heye li ser maseyê rûnin. Çimkî çareseriya demdirêj tenê demekê pêk tê gava ceza bo wan tawanan hebe, ku hejmara wan zêde ye. Herwiha ev tê wateya ku çêdibe nûnerê gelê Kurd hebe. Bi ser de jî tê wateya ku kesên ser bi etnîkên cuda dikarin li ser maseya gotûbêjê bin. Lê ew kes ne tê de ku çekên kîmyayî bi kar anîne. Ev cudakirineke pirr zelal e. Pêwîstiya her çareseriyekê bi herdu xalan heye. Ew wek berpirsiyar bên danîn ku tawan encam dane, lê nabe hemû grûpa etnîkî yan hemû malbat yan gundê wan bên cezakirin. Tenê kesên tawan encam dane bên cezakirin. Kişandina hêla cudaker hêsan nabe. Lê ez dixwazim tiştekî zelal bikim. Di vê gotûbêjê de gelekî behsa guherîna rejîmê hat kirin. Pêşî Sûrî bi xwe bûn ku li dijî rejîmê xwepêşandanên aştiyane kirin. Lê bi tundûtîjî, îşkence û çekên kîmyayî bersiva wan xwepêşanderan hat dan. Yanî hizra guherîna rejîmê ya Sûriyan bi xwe bû. Mafê wan e ku rejîmê biguherin. Hatin çewisandin. Paşê kesên biyanî dest tê werdan. Hinekan bi alavên sûdmend û hinekan ziyandar. Gotin em naxwazin Esed bi vî awayî here. Gava em behsa guherîna rejîmê dikin, divê em pirr zelal bin. Daxwaza guherîna rejîmê ji gelê Sûriyê hat.”

Demirel gotineke Salih Musilm ku serokê PYDê bû bi bîr anî: “Gotibû dema ku ez li Sûriyê bûm, kesên ku dixwestin ez şerê rejîma Esed bikim, niha bi dest silavê lê dikin!Dibêje jî min li dijî hikûmeta Sûriyê şer nekir, lê min li dijî DAIŞê şer kir. Çareseriyeke demokratîk dixwaze. Hertim jî gotiye ti pirsgirêka min bi gelê Sûriyê yan bi yekîtiya axa Sûriyê re nîne. Cudabûna ji axa Sûriyê nedixwest. Rast e pêşî gelê Sûriyê li dijî rejîma ne-demokratîk a welatê xwe xwepêşandan kirin. Paşê rewş zû guherî. Eşkere bû ku komên îslamî û cîhadî hebûn. Ez nizanim peyva cîhadî dirust e bi kar bînim yan na. Gelek kesan ku wê çaxê xwepêşandan kirin, pirraniya wan ji hêzên derveyî re gotin em naxwazin hûn di şerê vî welatî de bin. Bi nerîna min, çênabe bê gotin hemû kesên ku xwepêşandan dikirin daxwaz ji Amerîkayê dikirin da ku Esed bombebaran bike. Çimkî zanîbûn ev ji wan re nabe çareseriyeke baştir. Bi nerîna min, parçebûn hebû. Diyar bû ku yek ji komên bi bandor di nav Artêşa Azad a Sûriyê de komeke cîhadî bû. Ev gotina te bû.”

Derbarê rola Kurdan de Ozlem Demirel got: “Bi nerîna min, rola Kurdan bi bandor dibe gava nîşan didin ew bi wekhevî û demokrasiyê re ne, çimkî Kurdan karî hevsoziya hemû cîhanê bi aliyê xwe de bikişînin gava şerê DAIŞê dikirin. Wan ev hevsozî bi wê yekê bi dest nexist ku bêjin em yên herî baş in li vî welatî û em baştirîn pêkhate ne. Hevsoziya xelkê bi wê yekê birin çimkî gotin em wekheviyê dixwazin, wekheviya navbera jin û mêr, wekhevî di navbera hemû pêkhateyên olî de ku li vir dijîn. Gotin em dixwazin welatekî pirnetew û pirçand ava bikin. Ev xalên Kurdan ên herî bihêz bûn. Bi baweriya min, eger bi vî rengî bimînin û li ser heman daxwazê berdewam bin, çêdibe ew ji hemû Rojhilata Navîn re bibin nimûne. Çimkî nîşan didin ku ol û neteweyên cuda dikarin bi aştî bi hev re bijîn.”

Kenanî jî got: “Ketwar ew e ku li Sûriyê lîstika siyasî tê kirin. Tiştê divê em bikin ew e ku em rastbêj bin. Bi rastî bi nerîna min, derfetek li pêş YK heye da here wê valahiya ku heye tije bike, ew jî serkirdatîkirina navneteweyî bi rêya beşdariya piralî ye. Çêdibe ku YE bibe parêzvana pêkanîna aştiyê bi rêya encamdana gotûbêjeke eşkere bi Tirkiyê re û pêwendiya Ewropa bi Tirkiyê re bê zelalkirin. Gotûbêj bi Libnan û Rûsyayê re bê kirin. Herwiha piştrast be ku gotûbêjên wê bi Amerîkayê re zelal bin li ser rola ku li deverê dilîze. Çimkî bila em lê binerin; ti hizreke me nîne ka Amerîka bi nêt e li wê deverê çi bike. Erê bi baweriya min pêwîstiya me bi çareseriyeke siyasî heye. Pêwîstiya me bi çareseriyekê heye ku YE rêberiya wê bike. Çimkî şiyana herî zêde ya YE di lîstikê de heye. Pereyên wê hene û şiyana wê ya danîna bandora siyasî heye ji bo ku wisa bike kar bê kirin. Hinek hevkarên min behsa siyaseta guherîna rejîmê kirin, mebesta min ne guherîna rejîmê li navxwe bû, mebesta min siyaseta derveyî bû. Ku çawa hevpeyman diçin nava Sûriyê ligel hebûna îdeolojiyeke diyarkirî ku guherîna rejîma Sûriyê ye. Ez bi herduyan re hevnerîn im ku rewş ne zelal e. Tiştek ne zelal e ka gelên Sûriyê hukmdariyeke çawa dixwazin. Çi cûre hikûmeteke cuda dixwazin.

Herwiha bi baweriya min em hin caran ji bîr dikin ku şiyana çûna nav wê navçeyê bi şêweya aştîxwazekî rastbêj çi ye. Bila em bêjin parêzvanên aştiyê bi alîkariyên mirovî çekkirî, herwiha bi îradeya siyasî da ku em bikarin mijûlî proseyeke aştiyê ya rastîn bibin. Eger em binerin û bibînin li Başûrê Afrîqayê çi qewimî, her çiqasî mijareke cuda ye, lê çend rê hene em dikarin sûdê ji nimûneyên cîhanî bibînin ji bo lihevhatin û aştbûnê. Em wisa bikin civak wan bûyerên kirêt ku qewimîne ji bîr bikin. Herwiha wan tiştên erênî bibînin ku dixwazin beşek ji wan bin, ligel dîtina nirxên hevbeş. Dibe ku dijwar be, lê pêwîstiya me bi vê proseyê heye. Divê kar ji bo çareseriya derûnî ya wan civakan ji ber karesatên ku dîtine bê kirin. Yên ku li hundir yan li derveyî Sûriyê ne.”

Neuman jî dibêje: “Du cûrên pereyan hene da ku em li Sûriyê xerc bikin. Yek ji wan pereyên alîkariya mirovî ye. Çênabe em bipirsin gelo çawa tên xerckirin, çimkî li wan kesan tê xerckirin ku di metirsiyê de ne, da ku em piştrast bin ku li jiyanê dimînin. Eger pereyên me yên pêwîst hebin, ku niha nînin, çêdibe pereyên sîgorta civakî ji wan re bên misogerkirin da ku wek nimûne zarok bikarin herin dibistanan. Nabe em pirsê li awayê xerckirina wan pereyan bikin. Heta wê çaxa ku em piştrast bin ku digihe herkesî û ji bo armancên siyasyî nayê bikaranîn, divê em di şandina wan de berdewam bin.

Cûrê duyem ê pereyan ku divê em di siberojeke nêzîk de behs bikin alîkariya darayî ji bo dîsa avakirina Sûriyê ye. Em çawa kolanan çêbikin, em çawa nexweşxaneyan ava bikin da em piştrast bin ku sîstema tendirustî hatiye avakirin. Divê ev bi rêya şertên siyasî bê kirin. Bê gotin em amade ne vê tibaba pereyan li Sûriyê xerc bikin heke ev û ev û ev bên kirin. Rêzdar Kenanî got divê em eşkere bin û helwesteke me ya zelal hebe, lê negot bi eşkereyî û zelalî kîjan helwesta me hebe? Heman pirs li ser alîkariya darayî çêdibe. Em dizanin ku divê YE pereyan bide. Bi nerîna min divê bi şert bide. Lê bi hebûna vê rejîmê re, ku ez hêvîdar im nemîne, eger em rastbîn bin em ê bizanin ku di siberojeke nêzîk de ji nav naçe. Lê divê em ji xwe bipirsin em bi çi şertan amade ne alîkariya darayî bişînin ji bo avakirina Sûriyê bi awayekî bi bandor”

Derbarê pêwîstiyên bo çareseriyê de Darmendra Kenanî wiha axivî: “Rast e min bi taybetî wisa negot, lê bi nerîna min, min tenê pêşniyar kir. Bi baweriya min, divê proseya avakirina rasteqîn pişta xwe bi nirxên YE girêbide. Dibe ku hest bikin ev gotina min bi awayekî kolonyalî ye, lê na. Pêwîstiya me bi lîberal-demokrasiyê heye. Pêwîstiya me bi sîstemeke bingehîn heye. Pêwîstiya me bi proseyeke demokratîk a vekirî heye. Herwiha pêwîst e em bikarin bingehekê deynin ku pêkhate bikarin di aştiyê de bijîn. Bila ji bîra me neçe ku pêwîstiya programa avakirinê bi 250 milyar euroyan heye. Ev çar caran li dahata Sûriyê ye berî derketina krîzê. Ez dixwazim bêjim ku ez dixwazim alîkariyên mirovî bi awayekî bên bikaranîn ku em piştrast bin digihin herkesê hewcedarî wan be. Dilgiraniya min ev e ku ew pere negihin cihên ku pêwîst e bigihin wan. Divê em piştrast bin ku saziyên navneteweyî û ajansên alîkariyên mirovî û mafên mirovan dikarin piştrastiyê bidin ku ew pere digihin destê kesên hewcedarî wan e li temamiya Sûriyê.Herwiha ez dibêjim proseya avakirinê bi awayekî dest pê bike ku em pêşî piştrast bin ku sîstemeke lîberal û demokratîk tê avakirin.”

Ozlem Demirel hêviya aştiyê xwest û got: “Ez nizanim di dawî de çi bêjim. Ez hêvîdar im gotina dawî ne ya min, lê ya Sûriyan bi xwe be. Ez hêvîdar im bikarin pirr zû di aştiyê de bijîn û hemû dewlet û hêzên biyanî ku roleke baş ji bo siberoja Sûriyê nalîzin, herin malên xwe û dev ji Sûriyê berdin û terka gelê wê bikin da ku ew bi xwe aştî û demokrasiyê ava bikin.”