Merkel hewl dide aloziyên Yûnan û Tirkiyê aram bike

22-07-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Mitsotakis di peywendiyeke telefonî de daxwaza kêmkirina aloziyên li Deryaya Egeyê kir. Herwiha ji ber aloziyan Serokerkanê Yûnanê jî geşta xwe ya Qibrisê nîvçe hişt û bilez vegeriya Atînayê.

Cîgira Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer ji medyaya Almanî re ragihand ku duh bi şev Angelea Merkel peywendiyeke telefonî ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêk anî û piştre jî ligel Serokwezîrê Yûnanê Kyriakos Mitsotakis bi telefonê axivî ye.

Ulrike Demmer diyar kir ku mijara gotûbêjan rewşa Derya Ege û pêşhateyên li Rojhilatê Deryaya Navîn bûye.

Weke tê zanîn li Deryayê Ege û Rojhilatî Deryaya Navîn, êvara roja Şemiyê keştiyeke Tirkiyê bi navê Oruç Reîs di navbera Girava Rodos û Meisê lêkolînan dike û herwiha hinek keştiyên serbazî jî ligel bûne. Li hemberî vê yekê Yûnan jî keştiyên leşkerî bo deverê şandine ku di demekê de Wezîrê Derve yê Almanyayê û Wezîrê Derve yê Yûnanê di civînê de bûne.

Ofîsa Serokwezîriya Yûnanê îro Çarşemê 22yê Tîrmeha 2020an ragihand ku Angela Merkel û Kyriakos Mitsotakis peywendiyeke telefonî pêk anîne.

Herwiha Wezareta Berevaniya Yûnanê ji ragihand ku Serokerkanê wî welatî Konstantinos Floros geşta xwe ya fermî li Qibrisê bi dawî aniye û vegeriyaye Atînayê.

Konstantinos Floros got di dema pêwîst de ew dê hem ji aliyê deryayî û hem ji aliyê asmanî ve serwer bin.

Di medyaya Almanî de hate ragihandin ku Merkel di peywendiya telefonî de daxwaz ji herdu aliyên Yûnan û Tirkiyê ku gelek pirsigrêkên wan ên dîrokî jî hene, vê carê jî aloziyên xwe kêm bikin û keştiyên wan jî vegerên bo cihên xwe yên asayî.

Medyaya Almanî vê hewla Merkelê dişibîne hewla serokê berê yê Amerîkyaê Bill Clinton ku bi rêya telefonê dema hêzên deryayî yên Yûnan û Tirkiyê ji ber Kardakê rûbirûyê hev bibûn û wî ew pirs çareser kiribû.

Yekîtiya Ewropayê di meha Îlona 2020an de lûtkeye taybet bi peywendiyên ligel Tirkiyê saz dike û li gor zanyariyên nefermî behs li sizayên aborî bo ser Enqerê tê kirin bi sedema xebatên wê yên gazê li Deryaya Naverast.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst