Îsraîl hejmara kuştiyên xwe di şerê Xezeyê de eşkere kir

22-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Îsraîl ragihand, di encama şer û pevçûnên bi tevgera Hemasê ya Filistînê de heta niha 27 serbazên îsraîlî jiyana xwe ji dest dane.

Zêdetirî du hefteyan e li herêma Xeze ya Filistînê di navbera hêzên artêşa Îsraîl û rêxistina filistînî ya Hemasê de şer û pevçûn didomin.

Artêşa Îsraîl îro hejmara kuştiyên xwe di şerê Xezeyê de eşkere kir û ragihand, ji destpêka vî şerê ve heta niha 27 serbazên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di dîroka şerê Îsraîl û filistîniyan de ev cara yekê ye ewqas serbazên îsraîlî di demek kurt de tên kuştin.

Çimkî di şerê sala 2009an de ku 23 rojan domand, tenê 10 serbazên îsraîlî hatin kuştin lê sala 2012an di nav 7 rojan de 11 serbazên îsraîlî hatin kuştin.

Di şerê sala 1948an de ku wek şerê avakirina Îsraîl jî tê binavkirin, 6 hezar û 500 serbazên cihû hatin kuştin û di şerê Cotmeha 1973an de jî artêşa Îsraîl 2 hezar û 500 kuştî da.

Di şerê Tîrmeha sala 2006an de jî ku di navbera Hizbullah û Îsraîl de derketibû, 104 serbazên îsraîlî hatin kuştin.


Li gorî agahiyan, heta niha di şerê Xezeyê de herî kêm 600 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de zarok jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst