Gelo penaberên welatekî din dikarin li Almanyayê bimînin?

22-06-2024
Hêmin Ebdullah
Rêzeke koçberan li Almanyayê / Wêne: Reuters/F.Bensch
Rêzeke koçberan li Almanyayê / Wêne: Reuters/F.Bensch
Nîşan Diyaspora Penaberî Almanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Heger mafê penaberiyê yê kesekî li welatekî din ê Ewropayê hebe, ev nayê wateya ku ev mafê wî li Almanyayê jî heye.

Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê gelek mijarên bi koçber û penaberan re pêwendîdar dişopîne û hewl dide bersivekê ji pirsên we re bibîne.

Gelek caran bi rêya hêla germ a Diyasporayê ji me tê pirsîn, “Heke kesek mafê penaberiyê li welatekî Yekîtiya Ewropayê bistîne, dikare were û li Almanyayê bijî?”

Herwiha pirsa “Ji ber ku welatekî din pejirandiye ku ez penaber im û mafê penaberiyê daye min, ez dikarim bêm û mafê xwe yê penaberiyê bikim Almanî?” tê kirin.

Dadgehê bersiv da

Dadgeha Bilind a Ewropayê vê hefteyê bersiva vê pirsê da û got:

“Eger kesekî li welatekî din mafê penaberiyê wergirt, nayê wê wateyê ku bi awayekî otomatîkî dikare mafê penaberiyê li Almanyayê wergire.”

Biryara dadgehê bersiva gilînameya jineke Sûriyeyî ye ku mafê penaberiyê li Yewnanistanê wergirtibû û ji Almanyayê xwestibû ku wî mafê penaberiyê nas bike.

Lê Almanyayê tenê destûra rûniştinê ya demkî daye wê û ne wekî ku “penaber” bê, wekî ku “koçber” be bi wê re tev digere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst