Konseya Ewropayê daxwaza azadkirina parlamenterên girtî kir

22-06-2021
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewropayê Tirkiye Selahattîn Demîrtaş DMME
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Parlamenteran a ser bi Konseya Ewropayê ve ku Tirkiyê jî tê de endam e, biryarek pesend kir ku Parlamenterên hilbijartî ên ku ji ber daxuyaniyên xwe di zîndanê de ne, weke girtiyên siyasî pênase dike û divê bên berdan

Konseya Ewropayê, parlamenterên girtî û rêveberên herêmî weke girtiyên siyasî dibîne.

Di civîna giştî a Encûmena Parlamenterên Konseya Ewropayê de ku li Fransa bajarê Strasbourgê birêve diçe, ev biryar hate pesendkirin. Herwiha daxwaz ji Tirkiyê û Îspanya hat kirin ku careke din berê xwe bidin dosyayên parlamenterên ku di dema erka xwe de bi sedema daxuyaniyan hatine girtin û wan azad bikin.

Reşnivîsa biryarê ji aliyê endamê Grûba Sosyalîst-Demokrat û Keskan Boriss Cilevicsê Letonî ve hatibû amadekirin û bi 70 dengan li hemberî 28an hate pesendkirin. Endamên CHP û HDPê jî dengê xwe di berjewendiya biryarê de dan lê endamên AKP, MHP û Partiya Karkeran li dijî biryarê deng dan.

Di biryarê de daxwaz ji Tirkiyê tê kirin ku guh bide biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) û Selahattin Demirtaş yekser azad bike. Ferman bo dadgehan neyên dan û serxwebûna dadwerî were misogerkirin. Her wiha tê gotin ku divê ew siyasiyên ku behsa riyên çareserkirina doza Kurdan dikin, nekevin ber lêpirsînan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst