Komek din a endamên Mucahidîn derbasî Albanya bûn

22-06-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn, komek din a endamên rêxistina neyara rejîma Îranê ya bi navê Mucahidînê Xelq (Mucahidîn) ji Iraqê derbasî welatê Albanya bûye.

Li gorî nûçeya BBC, nûnerê Neteweyên Yekbûyî  (NY) li Iraqê Martîn Kopler diyar kir ku 71 endamên rêxistina Mucahidîn ên li kempa Lîbertê (azadî) ya li nêzîkî Bexdayê derbasî welatê Albanya bûne.

Kopler her wiha da zanîn, Albanya qebûl kiriye ku 210 endamên Mucahidîn wek penaber werbigire.

Nûnerê NY ragihand, Almanya jî rizamendî li ser wergirtina 100 endamên Mucahidîn daye.

Meha borî jî 14 endamên Mucahidîn derbasî Albanya bibûn.

Ev veguhestina endamên Mucahidîn di demekî de ku roja 15ê vê hemê, kempa Lîbertê ya ku endamên Mucahidîn tê de dimînin, rastî êrişa topên hawanê hat û di encamê de 2 kes hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.

Nêzîkî 3 hezar endamên rêxistina Mucahidîn par havînê ji kempa Eşref derbasî kempa Lîbertê ya li nêzîkî Bexdayê bûn.

Li gorî rêkeftina navbera Iraq û NY de dê hemû endamên Mucahidînê ji Iraqê bên derxistin.

Kempa Eşref a Mucahidînê Xelq di salên 80î de ji aliyê hikûmeta Sedam Husên ve hat avakirin û heta dema ku rejîma Sedam hilweşiya jî hebû. Piştî ku rejîma Sedam ji aliyê Amerîka û hêzên hevpeyman ve hat hilweşandin, kempa Eşref ket bin çavdêriya Amerîka û çekên endamên Mucahidîn jê hat stendin.

Hêzên iraqî sala 2009an kempa Eşref xistin bin kontrola xwe û par havînê jî endamên rêxistinê ji kempa Eşref derbasî kempa Lîbertê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst