Rûdaw 7 xelatên cîhanî bi dest tîne

22-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Xelatên Tellyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê serkeftineke mezin a nû li ser asta cîhanê tomar dike, ew jî bi rêya bidestanîna 7 xelatên Tellyê ji Amerîkayê. Du bernameyan û du belgefilmên Rûdawê ew xelat birine.

Rûdaw, di gera 45em a ragihandina xelatên Tellyê de, ji nav 13 hezar rikaberî, ji 56 welatên cîhanê, dikarîbû 7 xelatên zêrîn, zîvîn û bronzî bibe.

Rûdaw ligel hejmarekê ji dezgehên navdar ên cîhanê, bû serkeftiya xelatên îsal ên Tellyê, ji wan jî: Meta, Netflix, NASA, BBC, NBC News, MTV, Al-Jazeera, Sky News Arabia, El-Sharq û gelek dezgeh û kompanyayên din ên navdar. Komîteya îsal a xelata Tellyê ji 200 cîbicîkarên dezgeh û kompanyayên navdar pêk hatibû.

Saziya xelata salane ya Tellyê, di sala 1979an de hate damezrandin û salane tê dan ji bo berhemên herî baş ên vîdyoyî û televizyonî.

Saziya xelata Tellyê dibêje: “Serkeftiyên xelata Tellyê nûnertiya karê hinek ji rêzdartirîn dezgeh û kanalên televizyonî û kompanyayên berhemanîn û weşanan, dikin, li seranserê cîhanê.”

Birêvebera Giştî ya Xelata Tellyê Amanda Needham di nameyekê de, pîrozbahî li Tora Medyayî ya Rûdawê kir û hêviya serkeftineke bêhtir ji bo stafa Rûdawê xwest.

Bernameya “Zengilê Dawî yê Zeviyê”, xelata zêrîn di çarçoveya bernameyên jîngehî de, bidest anî, herwiha xelata zîvîn, di çarçoveya bernameyên jîngeh û daristanan de biriye.

Bernameya “Zengilê Dawî yê Zeviyê”, di werzê borî yê Rûdawê de, guh da jîngehê û guherîna keşûhewayê. Xeleka taybet bi “Pêngavên Cibayiş” li parêzgeha Zî Qarê ya başûrê Îraqê, xelat bi dest anî.

Bernameya “NEXT”, xelata zîvîn, di çarçoveya tenduristiya giştî û saxlemiyê de, bi dest anî.

Bernameya “NEXT” a Rûdawê guhdanê bi pêşketinên cîhanê dide, di warên cuda de behsa ayindeyê dike. Xeleka taybet bi “Gencîman”ê ku wêneyên wê li Amerîka û Ewropayê hatin kêşan, xelat biriye.

Belgefilma “Avahiya Spî” xelata zîvîn, di çarçoveya xelatên belgefilmên kurt de û herwiha xelata bronzî di çarçoveya xelatên xwedî bandorên civakî de, bidest anîn. Ew belgefilma Rûdawê, çîroka xaniyekî li bajarê Mûsilê vedibêje ku tê de, DAIŞê dest danîbû ser hejmarekê ji jinên Kurdên Êzdî.

Belgefilma “Hingivê Hişbir” xelata zîvîn di çarçoveya xelatên belgefilmên kurt de û herwiha xelata bronzî di çarçoveya xelatên kultûr û şêwazê jiyanê de, birine. Ew belgefilmê Rûdawê behsa hingivekî taybet dike, li welatê Nepal û awayê deranîn wî hingivî ji çiya û bandora wî.

Birêveberê Pêwendiyên Giştî yên Rûdawê Elî Caf, derbarê bidestanîna wan 7 xelatên Tellyê dibêje: “Ev xelat nîşana asta bilind a karkirina hevkarên Rûdawê ne, herwiha belgeyên cîhanî ne, li ser asta bilind a berhema Rûdawê. Van xelatan navê Rûdawê biriye rêza mezintirîn dezgehên medyayî yên cîhanê, ev pêşengî ji bo Rûdawê şanaziyeke mezin e.”

Ev xelat hêz û karînên bêhtir didine Rûdawê, da asta berhemanîna xwe bilindtir bike û kar û berhemên nû berdewam pêşkêş bike.

Tora Medyayî ya Rûdawê

22yê Gulana 2024

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst