Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Almanya ji bo Sûriyê Stefan Schneck ragihand ku Almanya û Yekîtiya Ewropayê peywendiyên xwe bi Sûriyê re asayî nakin û cezayan li ser Esed ranakin.
Nûnerê Taybet ê Almanya ji bo Sûriyê Stefan Schneck derbarê asayikirina peywendiyên Almanya û Yekitiya Ewropoyê yên bi Sûriyê re li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kir.
Stefan Schneck got “Çima Yekîtiya Ewropa û Almanya peywendiyên xwe bi rejîma Sûriyê re asayî nakin û sizayan ranakin?
-Di proseya siyasî û cîbicîkirina biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî de ti pêşketin çênebûne.
-Hesab ji sûcên şer re tune.
-Ji bo eşkerekirina aqûbeta windayan ti hevkariyek nayê kirin.
-Berdewamkirina binpêkirinên mafên mirovan ên weke girtina keyfî, îşkencekirin û kuştinê.”
Herwiha Schnek di beşeke din a tweeta xwe de wiha dibêje “Em amade ne ku bi asankariya Neteweyên Yekbûyî gav bi gav tevbigerin da ku li Sûriyê pêşveçûnan pêk bînin.”
Li aliyê din piştî vegera Sûriyê bo Komkara Ereban Amerîkayê ragihandibû ku ew li dijî asayikirina peywendiyên bi Sûriyê re ne.
لماذا لا يقوم #الاتحاد_الأوروبي 🇪🇺 و #ألمانيا 🇩🇪 بتطبيع العلاقات مع النظام السوري أو رفع العقوبات؟
— Stefan Schneck (@GERonSyria) May 22, 2023
❌ لم يتم إحراز تقدم في العملية السياسية وتنفيذ قرار مجلس الأمن 2254
❌ لا توجد محاسبة على جرائم الحرب
❌ لا يوجد أي تعاون للكشف عن مصير المفقودين
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse