Sê kesên ji Kobanî li Sûdanê canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Îro sê kesan ji malbateke ji Kobanî li Sûdanê canê xwe ji dest dan.

Malbata Mihemed Elî Hemşo ji ser sînorê Sûdan û Misrê ji Rûdawê re ragihand, dema wan dixwestin ji Sûdanê biçin Misrê û ji şer dûr bikevin di rê de rastî bûyereke trafîkê dibin.

Bi gotina malbata Mihemed Elî Hemşo di bûyerê de 3 kes ji wê malbatê canê xwe ji dest didin.

Kesên ku canê xwe ji dest dane bavek û her du kurê xwe ne, kurê mezin navê wî Mehdî ye û kurê biçûk navê wî Mistefa ye.