Davos dest pê dike; rojeva sereke enflasyona cîhanî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê îro Şemiyê piştî du salan yekem car tê lidarxistin. Rojeva sereke ya lûtkeyê pirsgirêka enflasyona cîhanî ye.

Hat diyarkirin ku 50 serokên dewletan û 2500 karsazên ji çar aliyê cîhanê dê beşdarî foruma ku dê îro Şemiyê dest pê bike bibin.

Navên ku cîhana siyaset û karsaziya cîhanî ava dikin, xwe amade dikin ku beşdarî civîna salane ya Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF) ku dê di navbera 22-26ê Gulanê de li bajarokê Davos a Swîsreyê bê lidarxistin bibin.

Hat destnîşankirin ku civîna îsal a Foruma Aborî ya Cîhanî (WEF), dê bi babeta “Dîrok li xala çerxanê; Polîtîkayên Hikûmetê û Stratejiyên Karsaziyê” bê organîzekirin.

Tê payîn ku îsal 50 serokên dewletan, 300 nûnerên hikûmetan û nêzikî 2,500 rayedarên karsaziya cîhanî beşdarî civînê bibin.

Seroka Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) Christine Lagarde, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, Seroka Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Roberta Metsola, Serokwezîrê Avusturyayê Karl Nehammer, Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, Serokwezîrê Bulgaristanê Kiril Petkov, Serokê Kolombiyayê Ivan Duque, Serokwezîrê Hirvatistanê Andrej Plenkoviç û Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bibin lê heta niha ji Tirkiyê beşdariya ti rayedaran nehatiye diyarkirin.

Her wiha hat diyarkirin Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Îsraîlê Ishaq Herzog, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki û Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ji navên din ên girîng in ku tê payîn beşdarî civînê bibin.

Hat destnîşankirin ku dê di peyamên serkirdeyên cîhanê û nûnerên karsazan ya civîna îsal de zextên enflasyonê yên cîhanî, pêşbîniyên kêmbûna mezinbûnê, arîşeyên jeopolîtîk û bihayên kelûpelan, derkeve pêş.

Di daxuyaniya nivîskî ya WEFê de hat diyarkirin ku civîna îsal dê wek platformeke stratejîk derkeve pêş ku zehmetiyên jeoekonomîk ên piştî Koronayê û di dema şerê Ukrayna-Rûsyayê dev derketine holê bên nîqaşkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, "Li hemberî kûrbûna nakokiyên gerdûnî, şikestin û nexweşiya ku sedsalê carekê çêdibe, ev şert û mercên gerdûnî, armanc û çareseriyên hewce dikin. Armanca civînê derbaskirina van pirsgirêkan e."

Weke her sal tê plankirin ku îsal jî 5 hezar leşker û cerdevanên Swîsreyî qada civînê bi tedbîrên ewlehiyê yên tund biparêzin.