Kremlîn: Peymana S-400 temam bûye

22-05-2019
RÛDAW
Nîşan Rûsya Kremlin S-400 Tirkiye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov piştî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê ku gotibû “ragihand ku peywendiyên wan ligel Rûsyayê baş in û karmendên wan li ser Sistema S-400 perwerde dibin” ragihand ku ew peymana S-400 bi Tirkiyê re hatiye temamkirin. Herwiha Peskov helwesta Amerîkayê ya li hemberî kirîna S-400 ji aliyê Tirkiyeyê ve, rexne kir

 

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li Moskowê di daxuyaniyekê de anî ziman ku ew bi nerênî li helwesta Amerîkya ya derbarê rêkeftina di navbera Enqere û Moskowê de dinêrin.

 

Dmitriy Peskov diyar kir ku helwesta Amerîkayê ya li hemberî kirîna pergala parastina asmanî S-400 ji aliyê Tirkiyeyê ve li gorî wan, neyînî ye û got, "Wekî ku Enqere jî tîne ziman, peymana S-400 peymanek e ku xilas bûye û temam bûye."

 

Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar gotibû: “Peywendiyên me yên baş ligel Rûsyayê hene. Karmendên me ji bo perwerdeya pergola S-400 çûne Rûsyayê.”

 

Ji aliyê din kanala amerîkî CNBCê jî ragihand ku, Amerîka ji bo Tirkiyê ji kirîna S-400an Rûsyayê vegere û biryara kirîna pergola Patroit a Amerîkayş bide du heftê mohlet dan.  Li gor heman nûçey eger Tirkiye ji biryara xwe venegere Amerîka dê dorpêçê bixe ser Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst