Brazîl; Remezan di nav kultûreke ciyawaz de û zehmetiyên koçberên sûrî
Hewlêr (Rûdaw) - Li welatekî wek Brazîl ku kultûra wê bi temamî ji ya Sûriyê cuda ye, semakirin û xwarina xurekan li pêşiya xelkê di meha Remezanê de tiştekî hêsan û normal e. Lê penaberên Sûriyê yên wek Xezal Baranbo û malbata wê pêwîst e xwe ligel vê kultûra nû û şêweyê jiyanê biguncînin.
Xezal Baranbo derbarê ciyawaziya kultûrî ya navbera Brazîlê û Sûriyê de dibêje: “Remezana li vir gelekî ji ya Şamê cuda ye, li Şamê em nav malbat û kesûkarên xwe de bûn, hemû bi rojî dibin lê vir kêm kes hene ku rojî digirin wek min û malbata min em bi tenê birojî ne. Bi tenê çend malbat in, ne weke Şamê keşûhewaya Remezanê gelekî xweşe û gelekî ji ya vir cuda ye.”
Tevî ku niha li Brazîlê ew ji oleke kemîne ne, lê bi hêvî ne ku derfet ji zarokên wan re çêbibin û neçar nebin vegerin nava şerê Sûriyê.
Penaberekî din ê sûrî yê bi navê Riyaz Eltinawî jî dibêje: “Em ji ber şerê ku Li Sûriyê çêbûye hatin vêderê. Ez dixwazim xwendina xwe berdewam bikim, li zanîngehê bixwênim û bawernameyekê werbigirim. Ez dixwazim jiyana xwe li vir berdewam bikim.”
Penaberên Sûriyê li çi welatekî bin, kultûra xwe diparêzin. Selam Seyid penaberekî din ê Sûriyê ye, heman mûzîka ku li welatê xwe dijenî, li welatê ku lê penaber e jî lêdixe û dibêje: Remezan li Brazîlê ne haleteke giştî ye.
Selam Seyid wiha diaxive: “Remezan li vir haleteke taybet e, ne haleteke civakî ye. Brazîlê kultûr û dab û nerîtên taybet bi xwe hene. Remezan taybet e bi Misilmanan. Dibe ku em keşûhewaya Remezanê li mizgeftan bibînin. Ji bo min Remezan haleteke taybet e û civakê bi giştî li xwe nagire.”
Seyid di metbexa xwe de nanê Sûrî û xwarinên Şamî amade dike û bîranînên li welat û tama rojên berê yên xweş têne bîra wî û kur û hevalê wî.