‘Rûsya ji bo Rojavayê Kurdistanê otonomî dixwaze’

22-05-2018
Xalid Hisên
Moskow
Moskow
Nîşan Rûsya Sûriye Otonomî Rojava
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Serpereştê kongreyên Moskowê ya ji bo guftûgoyên di navbera Suriyan de Vîtalî Navmkîn diyar kir, ku Rûsya li Rojavayê Kurdistanê piştgirî dide otonomiyê lê bi mercekî ku bi razîbûna desthilata federalî be.

 

Piştî çend mehên bêdengiyê, piştî serdana Beşar Esed a ji bo Rûsyayê, careke din pirsa “Qeyrana Sûriyê” bûye rojeva germ a guftûgoyên Rûsyayê.  

 

Li Yaneya Valdai ya li Moskowê di panelekê de projeya nû ya Destûra Sûriyê hate gotûbêjkirin, ku pêşniyarê Rûsyayê bû. Di panelê de bi taybetî jî behsa erk û mafên Kurdan li Sûriyê û di destûrê de cihê Kurdan hate şirovekirin.”

 

Di panelê de serpereştê kongreyên Moskowê ya ji bo guftûgoyên di navbera Suriyan de Vîtalî Navmkîn axivî û diyar kir, ku niha Rûsya hewl dide serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê û karbidestên hikûmeta Beşar Esed nêzîkî hev bike.

 

Navmkîn derbarê projeya destûra nû ya Sûriyê jî diyar kir, ku Rûsyayê ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşniyara otonomiyê dike.

 

Vîtalî Nevmkîn got: “Bi nêrîna min Rûsya pişgirî dide otonomiya Kurdên Sûriyê û di vê reşnivîsa destûrê jî de ev yek dubare kir. Lê bi wê mercê ku bi razîbûna desthilata dewleta federalî be.”

 

Bi gotina siyasetmedarê rûsî Rûsya ti aliyan ji bo biryarê neçar nake û dibê Suriyeyî bi xwe biryarê bidin ka dê otonomiyeke çawa be.

 

Lewma got: “Em li gel hikûmeta navendî kar dikin, ku ew jî Şam e û serokê wê Beşar Esed e. Em tenê pêşniyara otonomiyê ji bo Kurdan dikin. Lê naçin û piştgiriya aliyeke diyar nakin.”

 

Rûsya nivîsandina destûreke nû weke kilîla çareseriya qeyrana Sûriyê dibîne. Bi vî armancî sal û nîvek beriya niha pêşniyara vê destûra nû kiribû lê heta niha jî ti tiştek li ser şîn nebûye. Herwiha bi tevê hikûmeta Esed, aliyên din jî nêrînên cuda li ser vê destûrê rave dikin.

 

Herwiha bi nêrîna Rûsyayê jî heta agirê şerê li Sûriyê netefe, nikare bibe xwedî destûreke nû.

 

Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî û Erebî Vasîlî Kuzînko jî got: “Heta hinek pirsgirêk neyên çareserkirin, destûra nû cihê xwe nagre. Bi taybetî mijara dabînkirina ewlekariya Sûriyê pir giring e. Li Sûriyê ji aliyekê ve rejîma Sûriyê heye û ji aliyekê din ve jî gelek komên cuda yên çekdarî hene. Ev 7 sal in ew şerê hev dikin ma wisa bi hêsanî ev pirsgirêk çareser dibe?”

 

Bi taybetî piştî ku di Kongreya Soçî ya di Çileya îsal de ti encamek derneket, Rûsya di mijara peydakirina çareseriya siyasî ji bo pirsa Sûriyê bê hêvî ma. Lê niha careke din bi plan dixwaze dest bi hewldaneke nû bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst