Nûnerê NY: Barzanî li ser pêkanîna referandumê agahî da Neteweyên Yekbûyî

New York (Rûdaw) – Nûnerê Neteweyên Yekbûyî di civîna encumena asayîşa navdewletî de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi awayekî fermî, li ser pêkanîna referanduma serxwebûna Kurdistanê, agahî daye Neteweyên Yekbûyî.

 

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis li encumena asayîşê di derbarê Iraqê de raporek xwend.

 

Jan Kubis diyar kir, ku di 30ê Adara 2017an de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî ji wan re ragihandiye ku di sala 2017an de dê referandumê pêk bînin.

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di 30ê Adara 2017an de serdana Hewlêrê kiribû û li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hevdîtinek pêk anîbûn.

 

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de amaje bi amarên kuştin û birîndarên sê salên dawî de yên li Iraqê kir û got: “Di meha Çileya 2014an de 28 hezar û 23 sivîl hatine kuştin û 52 hezar û 498 kes jî birîndar bûn.”

 

Herwiha di raporê de li ser rewşa Mûsilê hate diyarkirin, ku heta niha 700 hezar kes ji ber şerê Mûsilê aware bûne.