Red Bull belgefîlmek li ser semakarekî Kurd çêkir

22-04-2023
RÛDAW
Red Bull belgefîlmek li ser semakarekî Kurd çêkir
Red Bull belgefîlmek li ser semakarekî Kurd çêkir
Nîşan Mecîd Qesab Red Bull
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyê Kurd Mecîd Qesab dema ku zarok bû û çû Almanyayê dixwest bibe lîstikvanê futbolê lê piştre dest bi dansa hip-hopê kir. Di van salên dawî de, ew bi hunera xwe bi navûdeng bû. Red Bull niha jiyana wî kiriye belgefîlm.

Danser Mecîd Qesab ê ku mîvanê bernameya Diaspora ya Rûdawê bû got, “Di destpêkê de ez lîstikvanê futbolê bûm lê ji min hez nedikir. Paşê min dest bi dansa hip-hopê kir û ez bi ser ketim.”

Mecîd Qesab diyar kir ku hunera wî nebûye rêgir ku ew wecîbeyên xwe yên olî pêk neyîne, rojiya xwe girtiye û nimêjê jî dike.

Mecîd Qesab anî ziman, “Ez ji zarokatiya xwe ve bi dansê re eleqedar bûm, ji ber ku bavê min ji reqsê û kêfê hez dike, min jî jê hez kir.”

Semakarê Kurd ê ku di warê dansê de li Almanyayê gelekî tê naskirin, çend caran bûye şampiyonê cîhanê dibêje, “Piştî ku ez bûm şampiyonê cîhanê, Red Bull jînenîgariya min kir belgefîlm û em 10 rojan li Kurdistanê man ji bo girtina wê belgefîlmê û beşên mayî jî li Ewropayê hat girtin. Belgefîlm niha li ser malpera Red Bullê hatiye belavkirin.”

Mecîd Qesab 27 sal in li Almanyayê dijî, ji bilî semakariyê û di fîlman de lîstikvanî jî kiriye û dibêje, “Min rêzefîlmeke dramayê ya Almanî û fîlmeke Almanî de cih girtiye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst