Macron û Le Pen çalakiyên xwe yên dawî yên hilbijartinê dikin

22-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Frensayê û berbijêrê serokatiyê Emmanuel Macron ligel xelkê bajarê Saint-Denis yê bakûrê Parîsê ye. Piştî dîbeyteke tund ligel hevrika xwe li vê yarîgeha bajarê parîsê şerê boksê ligel rahênerê yariyê dike.

Piştî şerê boksê çûye nav xelkê û bi tundî êrîşî ser hevrika xwe kir û ew bi sedema lihevnekirina civaka Fransayê tohmetbar kir.

Macron got, “Di dawiyê de Marine Le Pen gelekî eşkere got ku divê kefî li cihê giştî bê qedexekirin. Ti welatê cîhanê ev nekiriye. Ev projeyeke aştiyane nîne. Wê teror, koç û îslam şaş fêm kiriye.”

Berbijêra partiya Eniya Netewperest Marin Le Pen jî li bajarê Somme ya bakurê Frensayê çû nav alîgirê xwe. Le Pen di nav alîgirên xwe de dibêje, wê dikariye piştî dibeyta ligel Macron rûyê rasteqîn yê hevrikê xwe derbixîne.

Ew tohmetên derbarê xwe de jî red dike.

Le Pen ragihand, “Ev bijardeya ku Emmanuel Macron û tîma wî di gera duyem de dikin gelekî tundrewane ye. Tejî derew û nûçeyên sexte ye. Dema ez projeya xwe ji xelkê dibihîzim, nas nakim. Hest pê nakim ku ew projeya min e.”

Eger di hilbijartina 24ê Nîsanê de Le Pen biserbikeve dê bibe yekemên serkirdeya rastgir ku serokatiya Fransayê bike.

Eger jî Macron jî serbikeve, dê bibe yekemîn serokê Fransayê piştî Jak Şîrak ku li ser hev du caran serokatiyê bike.

Rapirsî jî di berjewendiya Macron de ne û li gor rapirsiya dawî ji sedî 55.5 dengan bidestdixe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst