Pompeo: Amerîka êdî ti welatekî bikirê petrola Îranê efû nake

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo îro Duşemî 22ê Nîsanê li Waşingtonê bidawîbûna efûkirina welatan ji dorpêça li ser sektora petrola Îranê ragihand û diyar kir, Waşington êdî di mijara kirîna petrola Îranê de ti welatî efû nake.

 

Wezareta Derve ya Amerîkayê li Waşingtonê di konferanseke rojnamevanî  de siyaseta derve ya Rêveberiya Trump a derbarê Îran û petrola wê de ragihand. Mike Pompeo diyar kir ku efûkirina welatan ji sizayên ser Îranê bidawî tê û her welatek ku pêwendiya bazirganî li gel Îranê hebe û petrola Îranê bikire, dê ji aliyê Amerîkayê ve bê cezakirin.

 

Pompeo aşkere kir, ji roja 2ê meha Gulana îsal ve ku dike 10 rojên din, êdî efûkirina hin welatên ku petrol ji Îranê dikirîn, dawî pê tê û ew efûkirin ji bo ti welatî nayê dirêjkirin.

 

Amerîkayê piştî ku dorpêç danîbû ser sektora petrola Îranê, welatên Çîn, Hindistan, Îtalya, Yûnan, Tirkiye, Koreya Başûr, Japon, Taywan û Iraq bo dema 180 rojan (şeş meh) ji wan sizayan efû kiribû.

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê cardin tekezî li ser siyaseta welatê xwe bo sifirkirina hinardeya petrola Îranê kir û da xuyakirin ew dê hinardeya petrola Îranê bi temamî bidin rawestandin.

 

Mike Pompeo da zanîn, rawestandina hinardeya petrola Îranê bandorê li bazara petrolê nake û nirxê petrolê bilind nabe.

 

Pompeo got: “Armanca me ew e rêjeya hawirdekirina petrola Îranê ji aliyê welatan ve kêm bikin. Mijdara sala derbasbûyî, me 7 welatan efû kirin, ew jî efûkirinek bû bo hevpeymanên me daku bikaribin xwe organize bikin û hewl bidin ji petrola Îranê dûr bikevin. Îro ez radighînim ku em bi ti awayekî kesî efû nakin û ber bi rêjeya sifirkirina petrola Îranê ve diçin. Heta bigihin sifrê di hemû waran de. Em dê berdewam bin li ser ferzkirina cezayan û çavdêrîkirina pêbendnebûna welatan bi wan cezayan. Her welatekî ku ligel Îranê kar dike, divê hewl bide pêbendê cezayan be, fêde ji metirsiyan kêmtir in. Dixwazim tekez jî bikim ku me hemû amadekarî kirine daku piştrast bin ji cêgirkirina bazarên petrolê.”

 

Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir, “guvaşên li ser Îranê dê heta asayîbûna reftarên wî welatî berdewam bin.”

 

Mike Pompeo destnîşan kir, “sizayên Amerîkayê yên bo ser sektora petrola Îranê bûye sedem ku dahata Îranê ji petrolê bi qasî 10 milyard dolaran kêm bibe.”

 

Wezareta Derve ya Îranê jî yekser hat ser xetê û bersiv da. Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Ebas Mûsewî got: “Ji ber ceza di bingeh de neyasayî ne, Komara Îslamî ya Îranê ti girîngiyek bi wan cezayan nedaye û nade jî.”

 

Ebas Mûsewî herwiha da zanîn, Wezareta Derve ya Îranê têkildarî vê biryara Amerîkayê îro li gel gelek aliyên navxweyî û herwiha welat, kompaniyên navdewletî û hevbeşên xwe yên ewropî û cîhanî gotûbêj kiriye û tekez kir, ku di çend rojên bê de dê encamên van danûstandinan bê aşkerekirin.

 

Çavkaniyekê ji Wezareta Petrolê ya Îranê ragihandiye ku Amerîka ne di 10 rojan de, lê di 10 salan de jî, nikare berhemê petrolê yê Îranê bighîne sifrê. Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku pêdiviya bazara cîhanê bi petrola Îranê ye û çendîn rêyên Îranê jî hene bo firoştina petrola xwe.

 

Lê Wezîrê Derve yê Amerîka dibêje divê Îranê bê neçarkirin ku li ser masyea gotubêjê bigihê çareseriyê.

 

Mike Pompeo tekez kir: “Em ber bi sifirkirinê diçin û mana me li ser vê armancê bi rayedarên rejîma Îranê ve girêdayî ye. Hewl bide gehiştina bi çekên atomî rawestîne, pêşxistin û ceribandina mûşekên balîstîk rawestîne, piştgirîkirina terorê rawestîne, girtina ji xwe û me re ya welatiyên Amerîkî rawestîne. Guşarên me bo cîbicîhkirina wan daxwaza ne û li ser tundtirkirina wan berdewam dibin heta Îran neçar bibe li ser maseya gotûbêjê wan çareser dike.”

 

Îdareya Trump li ser zarê Pompeo dibêje, ew ne weke îdareya berê ya Amerîkayê ne û ew rê nahêlin ku rayedarên Îranê xwe li ser gelê wî welatî zal û bihêz bikin.