Kirim û Sûriyê hejmarek peyman îmze kirin

22-04-2019
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
5emîn Korbenda Aborî ya Yaltayê hat sazkirin
5emîn Korbenda Aborî ya Yaltayê hat sazkirin
Nîşan Sûriye Kirim Korbenda Aborî ya Yaltayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Komara Kirimê eşkere kir ku wan û hikûmeta Sûriyê çend rêkeftin bi hev re îmze kirin û dê hejmarek ji leşkerên Sûriyê yên birîndar li Kirimê bêne dermankirin.

 

Li 5emîn Korbenda Aborî ya Yaltayê hevdîtineke taybet di navbeyna şandên Kirim û Sûrî de  birêve çû. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir, lê li gor belgeyên ku ketin destê Rûdawê, her du alî, li ser hevkariyên aborî û bazirganî, vekirina Mala Bazirganî ya Kirim û Sûrî, dermankirina serbazên birîndar ên Sûrî, her weha li ser zanist û perwerde çend peyman îmze kirine.

 

Serokê Kirimê hêvîya xwe anî ziman ku rêkeftinên nû  dê pêşiya hevkarî û geşepêdana aboriyên Kirim û Sûrî veke.

 

Serokê Komara Kirimê Sergey Aksenov got: "Me iro pirsên veguhastina barên ji benderên Kirimê bo Sûrî û ji Sûrî bo Kirimê gotûbêj kir. Me li hev kir ku qebareya barên ji bo her du aliyan divê bigihêje 150 hezar ton. Em li ser hûriyên kel û pelên veguhastina ji Sûrî jî sekînin. Pêdiviya me bi feqiyên narincî, zeytê zeytûnê û keresteyên înşaatê yên mîna mermer û granitê hene. Di warê perwerde de, zankoyên me amaden e xwendekarên Sûrî qebûl bikin. Herwiha di warê kultur û geşûtûguzariyê de jî me peyman îmze kirin."

 

Rêkxerên Korbendê ragihandin ku Korbenda Yaltayê xwe gihandiye encamên serkeftî û di serî de kariye ku tecrîda ragihandinê ya li dor Kirimê bişkîne. Lewre nêzîkî 600 dezgehên ragihandinê xebata Korbendê rûmal kirine û weke encam jî, zêdetir ji 100 peymanên bazirganî hatine îmzekirin.

 

Serokê Fona Korbenda Aboriya Navneteweyi ya Yaltayê Andrey Nazarov jî got:"Di çarçoveya 5mîn Korbendê de bi giştî 69 çalakiyên cuda pêk hatin, ku ji wan 56 panel bi mijarên cuda û 3 civînên giştî bûn. 3500 kes beşdarî kirin. 270 spîkerên Rûsyayê û 100 spîkerên biyanî di panelan de axivîn. Di encamê de 102 peymanên bazirganî,  bi qebareya 215 mîlyar ruble, an jî nêzî 3,5 milyar dolar hatin îmzekirin.  Peyman hem ji bo veberhênana li Kirimê, hem ji bo herêmên din ên Rûsyayê, hem jî di navbeyan kompanyên cuda de bûn. Bi giştî 5emîn Korbenda Yaltayê bi serkeftî bû."

 

Ji bo civîna dawî, beşdarên Korbenda Aboriyê hatin veguhastin li beşa dîrokî ya bajarê Yaltayê.

 

Şanderên ji dewletên Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latinî li dor mêzekî mezin kom bûn. Beşdar rexneyên hişk, ji ber siyaseta sepandina ceza û dorpêçê, li Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê girtin û pêgehên wan, weke metirsiya global û astenega sereke ya li pêşiya geşepêdana aboriya cîhanê  nirxandin. Û weke encam, siyaset, hem li destpêkê, hem jî li dawiyê, mora xwe li vê Korbenda Aboriya Yaltayê jî da.

 

Foruma Yalta 3 rojan dirêj kir û Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve Mihemed Samir Xelîl serokatiya şanda hikûmeta Sûriyê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst