Li Nijerya êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî ya ku li eyaleta Kogiyê ya Nîjeryayê hat kirin de 10 kes hatin kuştin.

Berdevkê Polêsan Alî Janga di civîneke rojnamevanî de ragihand ku êrîşkarên çekdar li herêma Bassayê agir bi malan ve xistin û gule berdan ser gel.


Alî Janga da zanîn ku di êrîşê de 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.


Janga destnîşan kir ku gelek mal şewitîn bûn xwelî û da zanîn ku hêzên ewlehiyê yên alîkar veguhestine herêmê û derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.


Li aliyên navîn ê welêt gelek caran di navbera şivan û cotyaran de pevçûnên tund derdikevin. Fulaniyên ji bo ku ajelan xwe biçêrînin koç dikin dibêjin ku cotyar hewl didin ku ajelên wan bidizin û êrîşê wan dikin.