Hevdîtina Obama û Cameron dest pê kir

Navenda Nûçeyan - Serokê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka Barack Obama û Serokwezîrê Îngîltere David Cameron li avahiya Serokwezîr a li Downing Streetê civiyan.

 

Hat zanîn ku Obama ji bo serdaneke 3 rojan berê xwe daye Îngîltere ku li wê derê dê bi David Cameron re li ser mijara referandoma Îngîltere a li ser veqetandina Yekîtiya Ewropa (YE) biaxife.

 

Obama, berî hevdîtina xwe yê bi David Cameron re bi Qralîçeya Îngîltere re bi boneya 90. rojbûna wê li Kelaya Windsorê firavîn xwar.