LONDON - Dîroka Yahudiyên Kurdistanê û bandora wan a li ser têkiliyên Îsraîl-Kurdan hat nîqaşkirin

22-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Kurd Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Brîtanyayê di panelekê de, mîrasa çandî ya Cihûyên Kurd û koka hevgirtina Îsraîl-Kurdan a li ser bingeha jiyanên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, hat gotûbêjkirin.

Paneleke li ser "Têkiliyên dîrokî yên Kurd-Îsraîlê" bi beşdariya Cihûyên Kurd û akademîsyenên ku ji Îsraîlê çûne, ji aliyê Navenda Bipêşveçûna Kurdan a Londonê ve, li avahiya Parlamentoya Brîtanyayê hat lidarxistin.

Koordînatora Lêkolînên Kurdan a Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ya Moshe Dayanê a bi nav û deng a Îsraîlî Prof. Ofra Bengio, Akademisyênê Lêkolînên Têkiliyên Navneteweyî yê Zanîngeha Îbranî ya Yeruşalimê Dr. Weysî Dag, Serokê Civaka Cihûyên Kurdistanê yê Îsraîlê Yehuda Ben Yosef û Endamê Komîteya Birêveber a Lijneya Nûnerên Cihûyên Brîtanî Edwin Shuker beşdar bûn.

Prof. Ofra Bengioyê di panelê de destnîşan kir ku di nav Kurd û Îsraîlê de hinek kanalên ragihandinê yên ne fermî û nediyar hebûn lê ev yek ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye diyarkirin da ku berjewendiyên neteweyî yên Kurdan bên parastin û Kurd nebin hedefa welatên cîran.

Bengioyê got ku cara yekem e ku di navbera Kurdên Sûriye û Îsraîlê de kanalek ragihandinê bi awayekî eşkere hatiye avakirin.

Bengioyê da zanîn ku hebûna kanalên pêwendiyan ji bo Cihû û Kurdan gelekî girîng e û wiha got:

"Bi taybetî di nav Diaspora Kurdan û Cihûyan de hevkariyeke bibabdor heye.

Her du alî jî di xwenîşandanan de bi awayekî eşkere piştgiriya hev dikin. Ev pêvajoyek e ku rê li ber hevkariya di navbera her du neteweyan de vedike.

Di heman demê de bandora Kurdên Cihû yên ku li Îsraîlê dijîn jî heye. Kurdên li Îsraîlê piştgiriyê didin siyasetmedarên welatên xwe da ku alîkariyê pêşkêşî Kurdan bikin."

"Bi saya Pêşmergeyan me karî ji Bexdayê bireviyan Îranê"

Edwin Shuker got ku Pêşmergeyên ku wê demê li çiyayên Selahedînê bi cih bûbûn, alîkariya bi hezaran Cihûyên ku li Bexda û herêmên din ên Îraqê dijiyan kir ku ji welêt birevin û xwe rizgar kirin.

Edwin Shuker da zanîn ku  sala 1971an dema ku ew 15 salî bû, bi 16 endamên malbata xwe re bi pasaportên sexte yên cuda berê xwe dabû bakur û gihîştibûn Selahedînê û got:

“Me hemû mal û milk, xanî, tiştên xwe û bîranînên xwe li pey xwe hiştin û çend parçe tişt bi xwe re birin û em bi şev li paş pîkapekê siwar bûn û me berê xwe da çiyan.”

Shuker eşkere kir ku şev ji bo ku ji aliyê artêşa Îraqê ve neyê dîtin, wan ronahiyên pîkapê venekirin û hindik mabû ku pîkap wergere û tevî hemû zehmetiyan xwe gihandin gundekî ewle yê li ser sînor.

Shuker got ku ew li wir ji aliyê Pêşmergeyekî 20 salî ve hatin pêşwazîkirin ku piştre zanî ku ew Pêşmerge, Mesûd Barzanî ye.

Edwin Shuker got ku Barzanî ji wan re wiha gotiye:

"Em ne ji bo pereyan lê ji bo ku hûn di paşerojê de alîkariya gelê me bikin, destê xwe dirêj dikin alîkariya we dikin.”

Edwin Shuker anî ziman ku wan bi çavên bi hêsir xatir ji Barzanî xwest û bi ewlehî ji Îranê gihîştin Îsraîlê, got,  “Êi her derê ku diçim, ez bi serbilindî vê çîrokê vedibêjim.”

Muzîk, xwarin û reqis mîraseke hevpar a girîng e

Weysi Dag da zanîn ku muzîk, reqis û xwarina Kurdistanê di nav Kurdên Îsraîlî de tevî ku ji aliyê geografî ve dûrî Kurdistanê ne û têkiliya rasterast nîne heya roja me bi awayekî serkeftî hatiye veguheztin û derbarê diyalogeke xwe ya bi Kurdekî Îsraîlî re de wiha got:

"Di nav civaka Kurdên Îsraîlî de muzîk fonksiyoneke çandî ya pir bibandor e.

Ez li Îsraîlê li taksiyekê siwar bûm û ajokarê wê Kurdekî Îsraîlî derket.

Gava zanî ku ez jî Kurd im, yekser stranên Mihemmed Arif Cizîrî vekir û di nav hêsiran de ma.

Ajokarê taksiyê got ku dema cara yekem ji Kurdistanê hatine Îsraîlê, bavê wî yê rehmetî her tim radyo vedikir û Cizîrî vedikir û guhdarî dikir. Ev muzîk her tim bavê min tîne bîra min."

Bi sed hezaran kesan ji Kurdistanê koçî Îsraîlê kiriye

Yehuda Ben Yosef diyar kir ku berî û piştî damezrandina dewleta Îsraîlê, bi sed hezaran Cihûyên ku li Kurdistanê dijîn koçî Îsraîlê kir û got:

"Kurdan wê demê pêgeheke girîng li dewleta Îsraîlê bi dest xistin û Kurdan di nav pêşengên civakê de cih girt.

Li nav artêşa Îsraîlê, di nav hezaran kesên ku gihîştine rûtbeya herî bilind a leşkerî Kurd jî hene.

Mamê min, sala 1960an Komeleya Civaka Kurdistan a Îsraîlê damezrand.”

Nûçe: Îdrîs Okuducu

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst