Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî got, “Em ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê banga yekîtiyê dikin.”
Li bajarê Kolnê yê Almanyayê îro şahiya herî mezin a Newrozê ya diyasporayê tê lidarxistin.
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî destpêka şahiyê axaftinek pêşkêş kir û silav û pîrozbahiyên Serok Mesûd Barzanî gihand xelkê beşdar bûne.
Şîfa Barzanî got, “Serok Barzanî gelek dilxweş e bi vê kombûna mezin a li Kolnê.
Her wiha ew dilxweş e bi yekîtî, biratî û evîna di navbera Kurdistaniyan de li her çar perçeyên Kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî dibêje ew bi germî pîrozbahiya Newrozê li diasporaya Kurdan û li wan milyonan Kurdan dike ku bi hesteke bilind dûrî axa niştiman cejna Newrozê bilind digirin û nirxên Newrozê li seranserê cîhanê belav dikin.”
“Newroz ne tenê cejn e di heman demê de berxwedan e”
Şîfa Barzanî amaje bi wê yekê kir ku “Newroz ne tenê cejn e, di hema demê de wateya berxwedan, xweragirî û mayînê ye, wateya serîhildan, ji nû ve vejîn, hêvî û geşbîniyê ye.”
Şahiya Newrozê ya îsal li Kolnê di bin dirûşma "Mil bi mil dil bi dil bi hev re, yekîtî ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê" tê lidarxistin.
Şîfa Barzanî diyar kir ku ev peyameke zelal e ji bo her Kurdekî dilsoz ku di vê demê de bihêztir ji caran piştevaniyê ji Rojavayê Kurdistanê bike.
Newroza îsal di demekê de tê pîrozkirin ku Rojavayê Kurdistanê piştî rûxandina rejîma Beşar Esed di rewşeke hestiyar re derbas dibe.
Serpereştyarê Konfederasyona Revenda Kurdistanî her wiha got, “Îro li vir em ji bo Rojavayê Kurdistanê banga yekîtiyê dikin, em dengê xwe digihînin welatên mezin da ku mafê Kurdistaniyan di destûra Sûriyeya nû de were bicihkirin.
Em ji civaka cîhanê dixwazin ku Kurdistan û Kurdistaniyan ji jenosîd û komkujiyan biparêzin û mafê me wekî xelkê resen ê Rojhilata Navîn bê dayîn, ji bo ku li ser axa xwe em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Em dixwazin ku mafê bingehîn ê gelê me di destûr û yasaya her çar welatan de bê bicihkirin.”
“Çareserî tenê aştî ye”
Şîfa Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku dîroka 100 salên borî ew yek piştrast kiriye ku zordarî, enfal, kîmyabaran û înkarkirin nikare gelê me ji holê rake û got:
“Lewma çareserî tenê aştî ye, qebûlkirine û danpêdana bi mafên rewa yên Kurdan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse