Şivan û cotkar bi nav hev ketin: 42 kuştî

22-03-2024
Nîşan Şivan Cotkar Çad Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Çada ku welatekî Afrîkayê ye, şivan û cotkar li ser çêriya ajelan bi nav hev ketin.

Hat ragihandin ku di pevçûnan de 42 kes hatine kuştin.

Hikûmeta Çadê ragihand ku li herêma Tilegueyê ya li başûrê Çadê şivan û cotkar bi hev çûne.

Li gorî daxuyaniya hikûmetê, pevçûnan ji ber pirsgirêka çêriya ajelan rû daye û 42 kes hatine kuştin.

Hat gotin ku pevçûnan ji yekşemê heta çarşemê ajotiye û 175 kes jî hatine desteserkirin.

Li Afrîkayê gelek caran ji ber ziwayî û hişkesaliya di navbera şivan û cotkaran de pevçûn rû didin.

Cihê Çadê li ser nexşeyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst