Galeriya wêneyan

22-03-2021
16 Photos
RÛDAW

Hewlêr (Rûdaw) - Îzlanda giravek e ku dikeve navbera Amerîka û Ewropayê û keşûhewayê wê gelek sar e. Lê ev heyama 3 roj e teqîna volkanekê li nêzikî Reykjavík a paytexta wî welatî ketiye rojave medyaya cîhanî, ji ber ku li gor lêkolînên jeolojî ev yekem volkan e ku piştî 900 salan diteqe.

Herwiha barîna baranê li ser wî girî dîmenên volkana ku piştî bi sedan salan teqiya, balkêştir kir.

Jeologan pêşbîniya teqîna volkanên li wê deverê dikirin, ji ber ku di çend hefteyên derbasbûyî de nêzikî 50 hezar car erdhejê li wê grave rû dan.

Wêne: AFP