Lîvana di Newrozê de nimayîşa cilûbergên Kurdî kir

22-03-2021
RÛDAW
Nîşan Lîvana Elî Xelîl Newroz Kurd Nemsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zaroka Kurd Lîvana piştî ku bi tevger û şêwazê xwe yê taybet bala kompanyayên cilûberg û reklam ên Nemsayê kişand, bi boneya Newrozê li kolan û molên Nemsayê nimayîşa cil û bergên Kurdî kir û rastî eleqeyeke mezin a xelkê hat.

Li Nemsayê tevî ku rêkarên Coronayê bûne asteng li pêş sazkirina ahengên Newrozê ji aliyê civaka Kurd ve, lê kompanyayên ku dîzayna cil û bergên Kurdî dikin bi boneya Newrozê cil û bergên Kurdî diyarî Lîvana kirin û bi awayekî cuda Newroz pîroz kirin.

Lîvana di Cejna Newrozê de li kolan û navendên danûstandinê (mall) yên Nemsayê bi cil û bergên Kurdî geriya û nimayîşa cil û bergên Kurdî kir.

Dayîka Lîvana ji Rûdawê re ragihand, “Di dema nimayîşa cil û bergên Kurdî de, xelkê eleqeyeke zêde li nîşan da.”

Malbata Lîvana Elî Xelîl ji Rojavayê Kurdistanê ye, bavê wê ji Dêrika Hesekê û dayîka wê jî ji bajarê Efrînê ye û ew malbata Kurd ji ber şerê navxwe yê Sûriyê koçber bûne û niha li welatê Nemsayê dijîn.

Temenê Lîvana 2 sal û 7 meh in, lê tevî temenê xwe yê biçûk wê bi şêwazê xwe yê taybet û ciyawaz bala gelek kompanyayan kişand û karî di vî temenê xwe de bi kompanyayeke cil û bergan a Nemsayê re girêbestekê îmze bike bo ku cil û bergên wê kompanyayê nimayîş bike.

Dayîka Lîvana Hîna Ehmed ji Rûdawê re ragihand, wê wêneyên zaroka xwe li ser torên civakî belav dikirin û got, heta niha hejmareke zêde ya kompanyayan peywendî bi wê kirine ku Lîvana nimayîşa cilûbergên wan bike.

 

 

Lîvana tevî temenê xwe yê biçûk wek modeleke xwedî ezmûn û bi şêwazê xwe yê taybet bi ciwanî nimayîşa cilûbergan dike û bi vî awayî bala gelek kompanî û xelkê kişandiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst