Çekya - Di kargehe kîmyayî de teqîn; 6 kes bûne qurbanî

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Prag a paytexta Çekyayê di kargeheke bermanîna madeyên kîmyayî de teqîn çê bû û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest da.

 

Li gorî zanyariyan, teqîn di kargeheke ser bi kompaniya Unipetrol ve ku mezintirîn kompaniya petrokîmyayî ya welatê Çekyayê ye, çê bûye.


Di encama teqînî de 6 kesan canê xwe ji dest dane. Medyayên wî welatî ragihandine, ku di encama teqînê de gelek birîndar jî hene.