Brûksel– Li taxa Tirkan bombe, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin girtin

22-03-2016
RÛDAW
Nîşan Brûksel Taxa Schaerbeek Tax aTirkan Operasyon
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li taxa Tirkan a bajarê Brûkselê, hêzên polîs û hêzên ewlehiyê yên Beljîkayê dest bi operasyoneke berfireh kirin û di lêgerînên xwe de çend bombe, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê girtin.

 

Serdozgeriya Federal a Beljîkayê ragihand, di operasyonên hêzên ewlehiyê yên Beljîkayê de li taxa Schaerbeek a Brûkselê ku wek taxa Tirkan li wî bajarî tê naskirin, çend bombeyên bi bizmar, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin dîtin û dest bi ser wan de hat girtin.

 

Serdozgeriya Federal a Beljîkayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de da xuyakirin, ku piştî her 3 êrişên li balafirxaneya Zaventem û stasiyona Maelbeek a metroyê li bajarê Bruksselê, li her 4 aliyên welat û li gellek cihan operasyonên lêgerînê tên kirin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, yek ji wan cihên ku hêzên ewlehiyê li wir operasyon dan destpêkirin û dest bi lêgerînê kirin, taxa Schaebeek a bajarê Brûkselê ye, ku “di encama lêgerînê de çend bombeyên bi bizmar, madeyên kîmyayî û alên DAIŞê hatin dîtin.”

 

Îro 3 teqînên li bajarê Bruksselê yê paytextê Beljîkayê çê bûn û di encamê de 35 kes hatin kuştin û 170 kes jî birîndar bûn.

 

Piştre rêkxistina DAIŞê berpirsatiya êrişên Brûkselê li xwe girt.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst