Stoltenberg: Zêdeyî 100 balafir û 120 keştiyên me yên şer hene

22-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got, “Zêdeyî 100 balefirên me yên şer di amadebaşiyê de ne, ji Deryaya Bakur heta Behra Spî jî zêdetirî 120 keştiyên me li hene. Ji bo ku em ji hevpeyamaniyê re bibin mertal çi ji destê me bê em dê bikin."

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg got ku li Ukraynayê û derdora wê liv û tevgera Rûsyayê zêde bûye, leşker ji bo şer amade ne û şeva borî leşkerên Rûsyayê ketin Donestk û Luhanskê.

Jens Stoltenberg di dawiya civîna awarte ya Komîsyona NATO û Ukraynayê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Stoltenberg biryara Rûsyayê ya naskirina "Komara Gel a Donetskê" û "Komara Gel a Luhanskê" û şandina leşkeran bo herêmê şermezar kir û ji Moskowê xwest ku gavekê paşde bavêje û vegere ser rêya dîplomasiyê.

Stoltenberg diyar kir ku "ew ji bo ewlekariya Ewropayê di demeke herî xeternak de ne" got ku hevalbendên NATOyê dê piştgiriya Ukraynayê bidomînin û wiha pê de çû: “Li herêma Kirim û Donbasê 150 hezar leşker Rûsyayê hene. Herwiha balefirên û helîkopterên li ser xeta sînorî hene.”

Bi gotina Stoltenberg, "Gelek yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê niha di amadebaşiya şer de cih digirin. "Hêzên Rûsyayê ji kampên xwe derketine, li qadnê ne û ji bo êrîşê amade ne.”

Stoltenberg bi bîr xist ku NATO di hefteyên dawî de ji bo parastina hevpeymanên xwe bi hezaran şandine Ewropaya Rojhilat û biryar e wê hejmarê zêdetir bikin.

Stoltenberg got, " Zêdeyî 100 balefirên me yên şer di amadebaşiyê de ne, ji Deryaya Bakur heta Behra Spî jî zêdetirî 120 keştiyên me li hene. Ji bo ku em ji hevpeyamaniyê re bibin mertal çi ji destê me bê em dê bikin.”

Derbarê biryarên hinek welatrên endamê NATOyê yên li dijî Rûsyayê de got ku got ku ew sizayên ku ji aliyê hin hevalbendên NATOyê ve hatine ragihandin û biryara Almanyayê ya rawestandina pêvajoya xeta boriya Nord Stream 2 pêşwazî dikin.

Rûsya ji sala 2014an vir ve li Donbasê ye

Di berdewamiya axavtina xwe de  Stoltenberg got: “Her nîşan diyar dike ku Rûsya plana êrîşê ya berfireh li dijî Ukraynayê didomîne. Em dibînin ku zêdekirina leşkerî berdewam dike. Soza paşde gav avêtinê dan, lê zêde dikin. Em dibînin ku her ku diçe zêdetir leşker ji kampên xwe derdikevin û ji bo êrîşê amade ne. Rûsya ji sala 2014'an vir ve li Donbasê ye. Berê ev operasyoneke veşartî bû. Rûsyayê hebûna xwe red dikir. Kesên ku jê re dibêjin cudaxwaz bi salan ji aliyê leşkerên Rûs, hêzên taybet ve tên kontrolkirin û piştgirîkirin. Niha em vê yekê dibînin. Beşeke din ên hêzên Rûsyayê ketin Donbasê.”

"Ukrayna jixwe dagirkirî bû"

Li ser pirsa "Hûn gava dawî ya Rûsyayê wekî dagirkirina Ukraynayê dibînin?" Stoltenberg bersiva pirsê wiha da: "Rûsya jixwe Ukrayna dagir kiriye. Rûsyayê di sala 2014an de Ukrayna dagir kiribû. Kirima ku beşek ji Ukraynayê ye dest danî bû ser. Ji sala 2014an vir ve leşkerên Rûsyayê li Donetsk û Luhask, yanî li Donbasê bi cih bûne. Ya ku em niha dibînin ew ku welatekî ku jixwe dagirkirî ye zêdetir bi hebûna leşkerî ya Rûsyayê zêdeir tê dagirkirin.”

Zêdeyî 150 hezar leşkerên Rûsyayê

Stoltenberg dema ku behsa hûrgiliyên li ser yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê yên li Ukraynayê dikir, got ku zêdetirî 150,000 leşkerên Rûsyayê li herêmê ne.

Stoltenberg diyar kir ku ji bilî vê hêzên esmanî û deryayî li Ukraynayê û li derdora wê bi cih dibin û got, hêzên Rûsyayê li Belarûsyayê jî nêzî sînorê Ukraynayê ne.

Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha got, “Ev yekîne ji bo şer amade ne. Bi deh hezaran leşkerên şer hene. Ji bilî vê, fuze, maşînên zirxî, tank, balafirên bê mirov, sîstemên şerê elektronîk, fuzeyên parastina hewayî û gelek derfetên leşkerî hene.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst