Guterres: Cîhan rûbirûyê bahora binpêkirina mafên mirov bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku cîhan “rûbirûyê bahora binpêkirina mafên mirov; bûye û got: “Tişta herî zêde zerarê dighîne mafên mirov newekheviya zayendî ye.” Guterres da zanîn ku rejîmên otorîter bahora vîrûsa Coronayê bo sînordarkirina azadiya ramanê “wek hincet bikar tînin.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres diyar kir ku cîhan “rûbirûyê bahora binpêkirinên mafên mirov” bûye û got: “Rejîmên otorîter Covid-19ê, bo sînordarkirina azadiya ramanê û serkutkirina opozisyonê wek hincet bikar tînin.” Guterres da zanîn ku bahorê di qada mafên mirov de pêşketina bi salan lawaz kiriye.

Guterres ragihand ku bahora Covid-19ê hewldanên di warê wekheviya zayendî de jî xistine metirsiyê û got: “Tundûtûjiya li beramber jin û zarokên keç, ji destdirêjiya online bo tundûtûjiya nav malbatê, bazirganiya bi mirov, destdirêjiya seksî û heta digihe zewaca zarokan hemû awayên wê bilez zêde bûne.” Guterres tekez kir ku tişta herî zêde zerarê dighîne mafên mirov newekheviya zayendî ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku ji bo rê li ber metirsiya nîjadperestiyê zêde dibe were girtin, pêdivî bi `planeke gerdûnî û koordîneyî` heye û got: “Metirsiya tevgerên nefretê roj bi roj zêde dibe."

Guterres got: “Ji sedî 75ê vaksîna Covid-19ê ku tenê 10 welat bikar tînin yek doz vaksîn jî negehiştiye zêdeyî 130 welatan. Pêkneanîna wekheviyê di vaksînkirinê de ku bahorê ligel xwe aniye `rezaleteke exlaqî` ye.”