Amerîka tankên Abrams ji Heşda Şeibî distîne

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku hin çekên amerîkî û bi taybet tankên ji curê Abrams ketin destê Heşda Şeibî, Amerîka hewl dide, ku wan çekan ji destê Heşda Şeibî derxîne.

 

Hêza Heşda Şeibî ya Iraqê piştî êrişên DAIŞê di nava axa Iraqê de, li ser fetwaya rêberê olî yê şîeyên wî welatî hat avakirin, daku alîkariya hêzên artêşê bikin û rûbirûyê êrişên berfireh ên çekdarên DAIŞê bibin.

 

Piştî pêkanîn û beşdarbûna hêzên Heşda Şeibî di şerên li dijî DAIŞê de, çendîn çekên giran û stratejîk ketin destê wê hêzê, ku ji aliyê welatan û Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê ya bi serpireştiya Amerîkayê ji artêşa Iraqê re hatibûn şandin, daku bi wan çekan şerê DAIŞê bike.

 

Di nava wan çekên stratejîk ku ketin destê DAIŞê, tanka pêşkevtî ya amerîkî ya ji curê Abrams M 1 jî heye, ku Heşda Şeibî di bûyerên 16ê Cotmeha 2017an de û dema ku êrişî Kerkûkê û deverên din ên Kurdistanî kir, ew tank li dijî hêzên pêşmerge bi kar anî.

 

Navenda Medyayî ya Daily Beast a Amerîkayê di raportekê de aşkere kiriye, ku niha Waşington dixwaze wan çekên pêşkevtî û bi taybetî tankên Abrams ji destê Heşda Şeibî derxîne.

 

Daily Beast belav kiriye, Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) guvaşan dixe ser hikûmeta Iraqê, daku hemû wan tankên ku hêj di destê hêzên Heşda Şeibî de mane, vegerîne bin kontrola artêşê.

 

Di wê raportê de hatiye gotin, ku ji sala 2015an ve ew tank ji aliyê hêzên ser bi Heşda Şeibî ve tên bikaranîn û diyar kiriye, ku cara herî dawîn jî di Cotmeha 2017an de û di êrişkirina li ser kurdan, dostên dêrîn ên Amerîkayê de ew tank hatine bikaranîn, lê belê di van demên dawiyê de, Amerîkayê îtiraf kir, ku ew tank di destê hêzên Heşda Şeibî de ne û niha hewl dide, hemû wan tankan ji wan hêzan bistîne.

 

Berdevkek bi navê Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê, ji Daily Best re ragihandiye, “em agahdar in ku hemû ew amûrên beregiriyê li ji aliyê Amerîkayê ve hatine dabînkirin, di destê wê aliyê de nînin, ku cara yekem bi wan hatiye dan.”

 

Li gorî berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, ku amaje bi navê wî nehatiye kirin, diyar kiriye, Amerîka bi awayekê berdewam li gel hikûmeta Iraqê kar dike, daku Bexda di nêzîktirîn dem de Waşingtonê piştrast bike ku hemû ew çekên ku Amerîkayê dane Iraqê, di destê wan hêzan de ne, ku cara yekem radestî wan hêzan hatibû kirin.

 

Di sala 2008an de hikûmeta Iraqê ji bo dubare pêkanîn û birêxistinkirina artêşa xwe ku ji sala 2003an ve hatibû hilweşandin, 140 tankên amerîkî yên ji cure Abrams M-1 kirî, ku nirxê her yek ji wan tankan 4.3 milyon dolar e.