Li Tirkiyê gendelî zêde bûye

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Navdewletî ya Şefafiyetê (Transparency International) ku ofîsa  wê ya sereke li Almanya ye, raporta xwe ya dawiyê li ser  rêzbendiya welatan ji aliyê şefafiyet û gendeliyê ve pêşkêş kir. Di nav 180 welatan de Tirkie di rêza 81 û Iraq jî di rêza 169an de ye.


Rêxistina navdewletî ya şefafiyetê ragihand, piraniya welatan , di şeş salên derbasbûyî de karekî weha nekirine ku gendelî kêm bibe.


Ev rêxistin hewlên pêşxistina şefafiyetê bi hebûna demokrasî û mafên welatîbûnê ve girê dide û li gor raporta nû ya rêxistina navdewletî ya şefafiyetê, hin welatên weke Senegal, Cote Dilvoire  û Birîtanya gavên baş di rûbirûna gendeliyê de avêtine.


Hin welatên şer lê berdewam in, wek Sûriyea û Yemenê ji aliyê şefafiyetê ve gelekî paşde çûne.


Herwiha li gorî wê rêxistinê, Zelandaya Nû ku 89 puanên wê hene wek yekem welatê cîhanê ye di warê şefafiyetê de û welatên skandenavyan wek Danimark, Finland û Norweç li piştî Zelandaya Nû tên. Welatên wek Afxanistan, Kamboçya û Venezuelayê di rêza herî jêr de ne.


Iraq , ji 180 welatên cîhanê di rêzbendiya 169an de ye. Tirkiye jî bi 40 puanan di rêza 81ê de ye.


Seroka Rêxistina Navdewletî ya Şefafiyetê Delia Ferreira Rubio ji AFPê re got: “Berzbûna gendeliyê nîşanê wê yekê ku di warê mafên bingehîn, bidestxistina edaletê û serweriya hiqûqê de kêmasî hene. Ev data peywendiyên di navbera şefafiyet û demokrasîyê jî diyar kirin.”