Kemal Burkay li alîgirên PKKê hêrs bû

22-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Baselê yê Swîsreyê Serokê Fexrî yê HAK-PARê li komek alîgirên PKKê ku hewldan konferansa HAK-PARê protesto bikin, hêrs bû.

Duh 21.02.2016 li Swîsre HAK-PARê konferansek li dar xist û Kemal Burkay jî beşdar bû û hêj di destpêka konferansê de 6 -7 alîgirên PKKê konferans protesto kirin.

Di konferansê de ku nêzîkî 70 kesan beşdar bibû, beriya Kemal Burkay dest bi axaftina xwe bike, alîgirên PKKê dirûşmên “Bijî Serok Apo” berzkirin û nehiştîn Burkay dest bi axaftinê bike.

Li ser vê yekê Burkay li alîgirên PKKê hêrs bû û got: “Derkevin kuçikno, haydê! Şaşiyek mezin bû we rê li ber van vekiriye. Ma kontrol nebû? Ev yek bêtedbiriyek mezin e.”

Piştî aligîrên PKKê ji salona konferansê hatin derxistin Burkay dest bi axaftina xwe kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst