Bersiva Ezhel ji bo nîqaşên piştî gotina 'Kurdistan'

Hewlêr (Rûdaw) - Rapper Ezhel ku ji ber gotinên xwe yên "Paytextê Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e" bertekên erênî û neyînî yên gelek mezin dîtin, daxuyaniyeke nû da û got “Weke gelê Tirk divê em hînî tiştên ku me hêrs dikin bi rehetî biaxivin bibin. Ev dê me bihêztir bike. Me ji bîr kiriye ku em bibin civak.”

Hunermend Serkan Îpekçioglû Ezhel ku bi navê “Ezhel” tê naskirin û bi şêwaza rapê muzîkê çêdike, di bernameyeke sohbetê ya ku beşdarî Twîtterê bû de behsa pirsgirêka Kurd kir.

Li gorî daneyên salane yên Spotify, Ezhel ê ku di salên 2018, 2019, 2020 û 2021'an de li Tirkiyeyê hunermenda herî zêde hatiye guhdarkirin e wiha gotibû:

“Ji xwe Rûm çûn, Ermenî çûne. Eger Kurd jî herin, êdî dilê min vê ranagire. Ez Kurdistanê û gelê Kurd diparêzim, lê bi ya min paytexta Kurdistanê Enqere ye, Stenbol e.

Ez di wê baweriyê de me ku ev pirsgirêk dê bi awayekî çareser bibe. Ez jî berê faşîtek bûm. Dema ku di otobusê de du kesan di navbera xwe de bi Kurdî diaxivîn, ez aciz dibûm. Ji ber ku wisa min fêr kiribûn. Ez di wê baweriyê de me ku em dê rojên xweş bibînin.”

Piştî van gotinên hunermendê ku li Almanyayê dijî, bikarhêneran li ser platformên medyaya civakî bertekên xwe yên erênî û neyînî anîn ziman.

Ezhel diyar kiribû ku gotinên wî hatine berevajîkirin û got “Ez dîsa dubare dikim ku dizanim ev flood ne di xema we de ye. Hûn nikarin vî welatî perçe bikin, paytexta Kurdistanê ku quncikekî hêja ya welatê me ye, Enqere ye. Ya ku ez dixwazim bibêjim ev e, spas. Eger hûn li dijî vê yekê derkevin, hûn cudaxwaz in.”

piştî ku rexne berdewam kirin, Ezhel careke din li ser Twitterê gotinên xwe zelal kir û rêzeyeke tweetên dirêj parve kir.

Ezhel diyar kir ku ew li pişt gotinên xwe ye û li hemberî rexneyan ev gotinên jêrîn bikar anîn:

“Ez li ser gotinên xwe me”

“Heman bertekên ku li min dihatin kirin min jî dida. Loma jî ez ji kesî aciz nabim. Ez hê jî li ser gotinên xwe me. Bi êviya femkirina ji bo Tirkiyeyeke ku ji hev hez dikin, dikare bi hemû reng û kenên xwe bijî ev hesta nefretê çiqas dibe asteng.

Ji ber ku em ditirsin ku welatê me perçe bibe, em ne di wê ferqê de ne ku em welatê xwe perçe dikin. Em ji gotin, ziman, ol, raman ditirsin û em dibin êrîşkar. Dema ku me van tirsan ji ser xwe avêt, wê gavê em dê xweşiyê bibînin.

“Ez jî weke we bûm”

Heqaret, gotin û tehdîdên we mîna madalyayên ku min ji ber welatê xwe bi dest xistine dilê min dixemilîne. Ez ji we aciz nabim. Ez jî weke we bûm. Ez niha bi tevliheviyek hestên xerab ên ku min berê xwe dabûn cûdahiyan dikişînim.

Tişta ku min xwemgîn dike nayêm femkirin, fikra we ya ku weke ku ez dixwazim welat parçe dikim, ez terorîst bim e. Tenê tiştê ku ez dixwazim bibêjim yekkirina welat, qedandina terorê, dilên xwe ji hev re vekirin, di van demên dijwar de hewceyê hevdu ne. pêşdaraziyên xwe bişkênin.

“Divê em axavtinê fêr bibin”

Weke gelê Tirk divê em hînî tiştên ku me hêrs dikin bi rehetî biaxivin bibin. Ev dê me bihêztir bike. Me ji bîr kiriye ku em bibin civak. Me hezkirina cîranîn xwe jibîr kiriye. Me guhdarkirinê ji bîr kiye. Pirî ku me êrişî hev kiriye, em lawaz bûne.

Ez pir ji we hez dikim. Tevî hewqas neftet û têkoşîna jiyanê em ciwaniyeke geş in. Em tiştên pir xweş heq dikin. Eger kîna we ev be, ez dizanim dê hezkirina we pir bi hêz be. Ez dizanim ku hûn ji welatê me hez dikin. Ez bi we serbilind im. Bi we hemûyan.”