Galeriya wêneyan

22-01-2019
15 Photos
Robert Edwards
Robert Edwards

Davos (Rûdaw) – Îro Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê li Swîsreyê dest bi karê xwe dike û 37 welatên cîhanê û bi sedan kesayet û bazirganên mezin ên cîhanê têde beşdar dibin.

Tora Medyayî ya Rûdawê, bi tîmeke taybet dê rûmala civîna îsal a Korbenda Davosê bike. Şanderên Rûdawê, Zinar Şîno û Robert Edwars bo şopandin û rûmala çalakiyên Korbenda Davosê, li cihê birêveçûna vê korbenda giring a cîhanî ne.

 Navnîşana sereke ya korbenda îsal a Davosê jî ev e: Cîhanîbûna çarem; sêwirandina dîzayna cîhanî di qonaxa çarem a şoreşa pîşesaziyê de.

Biryar e 37 serok û serokwezîrên welatan di korbenda îsal a Davosê de beşdar bibin û çendîn mijaran gotûbêj bikin.

Korbenda îsal a Davosê dê heta (25-01-2019) berdewam be.

Di korbenda îsal a Davosê de Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Çînê Xi Jinping, Serokwezîra Brîtanya Theresa May, Serokê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi beşdar nabin.

Korbenda îsal a Davosê di demekê de birêve diçe, ku li cîhanê gelek qeyranên mezin hene.