Riyad Derar: Eger êriş ranewestin em nikarin biçin Şamê
Hevserokê berê yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) got, “Me 2 caran pêwendî li gel Heyeta Tehrîr El Şamê danîn.”
Hevserokê berê yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ku niha Hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya MSDyê ye ji Rûdawê re ragihand ku heta êrişên li herêma Bakurrojhilatê Sûriyeyê ranewestin ew nikarin şandeeya xwe ji bo danûstandinan bişînin Şamê.
Hevserokê berê yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar diyar kir ku wan 2 caran pêwendî li gel Heyetaa Tehrîr El Şamê daniye.
Cara yekem ji bo veguhastina koçberên taxa Eşrefiye û Til Rifetê ya herêmên Rêveberiya Xweser û cara duyem jî bo rewşa Dêrezorê bûye.
Hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar mêvanê bultena Nûrojê bû û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Rûdaw: Tirkiye daxwaz dike ku HSDyê li Kobaniyê çekên xwe dayîne, wekîî MSDyê bersiva we çi ye?
Riyad Derar: Di rastiyê de, ji bo me ev pirs cureyeke berdewamkirina daxwaza çareseriyeke siyasî ye û rêya aştiyê take rê ye ku dikare aramiyê li Sûriyeyê bidest bixe û ji ber wê jî em amade nebûn ji bo her cure şerekî li dijî Tirkiyeyê û ew aliyên ku tenê ji bo şerê li dijî Kurdan û şerê Hêzên Sûriya Demokratîk dihatin, ew komên ku navê Fecir El Huriye li xwe dikin lê di rastiyê de şikestina azadiyê ne, ji ber ku beşdarî çûyîna Şamê nebûn û bi dagirkirina Til Rifet û Eşrefiyê razî bûn. Her wiha derxistina Kurdên Efrînê ji kampan heta ku bi Hêzên Redih Eledwan re ku Heyeta Tehrîr El Şamê ye, lihevkirinek hat kirin ku deriyan vekin û wan koçberan derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin û niha jî difikirin ku êrişî Kobaniyê bikin. Kobaniya ku sembola azadî û berxwedanê ye. Dixwazin îradeya wê bişikînin û ji ber wê jî dixwazin tola wê hilînin dema ku li ber xwe da û karîbû pêvajoya têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê bide destpêkirin. Em bawer in ku baştirîn rê ji bo aştiyê nehiştina çekan li wê navçeyê ye ji bo Tirkiye van aliyan han bide ku werin şer bikin, wekî ku li Minbicê kirin û talan kirin. Ji ber vê yekê, navbeynkarên Amerîkî û Fransî vê yekê dikin da ku em karibin şer bêbandor bikin, ji ber ku em bi rastî dixwazin pêşî bigihêjin aramiyê û paşê biçin Şamê da ku li wir danûstandinan bikin ji bo em bigihin têgihîştinê ji bo birêvebirina Sûriyeyê bi hevbeşî.
Rûdaw: We welatên cîhanê agahdar kirine, gelo wê rê bidin ku Tirkiye êrişî Kobaniyê bike?
Riyad Derar: Xuya ye ku Tirkiyeyê ev rol ji destpêkê ve lîstiye, berî zêdetirî deh rojan, dema destpêkirina hewildana Hêzên Redih Elîdwan piştî dagirkirina Helebê ku ber bi Şamê ve biçe û ji ber wê jî dixwaze beşek ji Sûriyeyê bixe destê xwe. Bi hebûna xwe û guhertina demografî li herêman, da ku karibe beşdariyê kontrol bike û lîstika destwerdanê di Sûriyeyê de ji nû ve bimeşîne. Tenê Tirkiye ji van guhertinan sûd wergirtiye û dikare bi azadane derbas bibe dema ku ber bi cîrantiya baş ve biçe, karê aştiyane û danûstandina siyasî bike lê niha vê rêbaza provakasyonê bi kar tîne komên Sûriyeyî teşwîq dike ku tiştekî ku ne hewce bikin û derfeta nebûna civaka navdewletî bikar bînin lê amajeyên taybet jî ji aliyê Amerîka ve hene ku ev kiryar nayê qebûlkirin û rê pê nayê dayin lê Trump dema ku pesnê Tirkiyeyê da û pesnê Erdogan da ku ew jîr û têgihîştî ye, Erdogan wiha nirxand ku ev têgihîştin tê wateya ku ew êrişî herêman bike, ji ber ku ev kiryara herî xirab e ku siyasetmedarek dikare fêm bike di heman demê de tê wê wateyê ku xwe xist nava şerekî de ku jiyana wî ya siyasî bişikîne.
Rûdaw: Hûn li Ewropayê dimînin, we ti soz ji welatên Ewropî derbarê Kobaniyê wergirtine?
Riyad Derar: Rastî danûstandin navxwe ne li Rojavayê ne û her tiştê li wir e û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re diqewime lê hevala me Îlham Ehmedê jî li Brukselê ye û danûstandinan dike. Li gel hemû wezaretên karên derve yên Ewropayê danûstandinan dike ji bo ku bala wan bikişînin ser giraniya vê êrişa nemirovane û vî şerê ku nayê qebûlkirin.
Rûdaw: Em werin ser gotûbêjê û danûstandinên di navbera we û HTŞyê an hikûmeta veguhêz, wekî MSDyê we danûstandin bi HTŞyê re hene?
Riyad Derar: Yekem pêwendiya ku bi Heyeta Tehrîr El Şamê re pêk hat, vekirina deriyên veguhestina gelê me li kampên Eşrefiye û li Tel Rifetê bû. Li Dêrezorê dema ku Hêzên Redih Elîdwan hatin ji bo ku xwe bigihînin Dêrezorê piştî derketina rejîmê û derbasbûna HSDyê ji bo çend rojan ji bo parastina wê ji êrişên DAIŞê. Dema ku hêzên Redih Elîdwan hatin, me bi wan re li hev kir ku derbas bikin û em ji wir derkevin. Çem bibe sînorê di navbera me de di vê qonaxê de. Me şandeeyek ji bo danûstandinê bi hikûmeta Şamê re pêk anî û bi rêya danûstandinan em dikarin bigihin encamekê ku bi rêya wan biryara Sûriyeyê û beşdariya hemû gelê Sûriyeyê di qonaxa veguhêz û Hikûmeta bê de bibe yek.
Rûdaw: Kengî ev şandee hatiye pêkanîn û tenê ya MSDyê ye?
Riyad Derar: Tiştê ku çûna şandeya HSD an jî Rêveberiya Xweser dereng xist, şerê ku niha li herêmên li ser sînorên Tirkiyeyê diqewime, dema ku ev metirsî raweste, dê şande amade be ku biçe Şamê, tevî ku danûstandin li ser aboriya welat hene derbarê piştgirîkirina aboriya welat ji ber krîza ku tê de dijî û ez bawer dikim ku Wezîrê Bazirganiyê li ser beşek ji van danûstandinan axivî ji ber ku em dixwazin alîkariya gelê xwe bikin di hin pirsên aborî de ku dikarin piştgiriya gelê me li wir bike.
Rûdaw: Behsa diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tê kirin, hûn jî di wê diyalogê de beşdar in?
Riyad Derar: Diyaloga Kurdî-Kurdî banga me ya berdewam e ji bo birayên me yên di Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê de lê ew di dema borî de her tim tûşî cureyek quretiyê bûn ji ber ku wan xwe beşek ji Îtilafê dît a ku niha ji lîstikê derketiye û dema ku guhertin dest pê kir, nûnerên wan ji bo diziya pêvajoya siyasî bêyî ku bêne qebûlkirin, çûn Şamê. Ji ber vê yekê ti bijarde nînin ji bilî ku li gel birayên xwe yên Rojava danûstandinan bikin û wê demê dikarin bi hev re bigihêjin mafê Kurdan li Sûriyeyê û di heman demê de ji bo her rewşekê jî amade bin.
Rûdaw: Te behsa Dêrezorê kir û tu bi xwe jî xelkê Dêrezorê ye. Te got Çemê Feratê bûye sînor di navbera hêzên HSDyê û Redih Elidwan de, wate Hêzên Redih Elidwan neçûne aliyê rojhilatê Çemê Firatê?
Riyad Derar: Na naçin, ji ber ku ev jî beşeke ji rêkeftina bi navbeynkariya Amerîkayê ye ku sînorê me çem e û ji ber vê yekê em dê li têgihîştinên paşerojê bin li ser awayê birêvebirina operasyonan. Eger di hikûmeta dahatû ya Sûriyeyê û çalakiyên qonaxa veguhêz de beşdar bibin, wê demê dibe li ser birêvebirina hevkariyên li herêmê bi taybetî û herêmên din, çi li Reqa û çi li Hisîçaye, hevahengî çêbibe.
Rûdaw: Rêveberiya hevbeş çi ye û pêşniyaza we ji bo vê yekê çi ye?
Riyad Derar: Tişta yekem ku me li ser kanala we ya Rûdawê gotibû, min berî çend salan gotibû ku piştî çareserkirinê dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşek ji artêşa Sûriyeyê be, niha jî dema ku Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ava bû, em jî mîna Sûriyeyê wekî Hêzên Demokratîk dê bibin beşek ji vê artêşê û ji ber vê yekê em operasyona berevaniyê li herêmên xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibin û bi awayê ku rêveberiya artêşa Sûriyeyê dikare piştre diyar bike, ev destpêka beşdariyê ye ji bo xebatên siyasî û aborî, samana heyî samana gel e, samana hemû welat e û em ê bi awayekî guncaw parve bikin. Ya ku xizmeta welatê Sûriyeyê û herêmên ku van dewlemendiyan dihewîne dike.
Rûdaw: Niha, petrol ji herêmên Rêveberiya Xweser diçe Şamê?
Riyad Derar: Me di qonaxa berê de petrol ji bo alîkariya gelê xwe di hundirê welat de vediguhast û me xem nedikir biha an jî ku ji erdekî diyar derketiye. Me xwest ku di hemû waran de alîkariya gelê xwe li Sûriyeyê bikin û niha ti qedexe li ser vê madeya girîng di jiyana gelê me de namîne, da ku bikarin jê sûdê wergirin ji ber ku em xwediyê dewlemendiyekê ne ku ya hemû gelê Sûriyeyê ye.
Rûdaw: Wate niha jî hûn petrolê dişînin?
Riyad Derar: Ez mekanîzmaya ku alîkariyên petrolê bi rêya wê tê veguhastin dizanim, bi taybetî bi îhtimala ku petrol biçe parzûngeha Himsê ku beşek ji wê vedigere me, ji ber ku li herêmê rafîneriyên me nînin û em ji derxistina petrolê sûdê werdigirin, aliyên din jî sûdê werdigirin.
Rûdaw: Te got wê HSD bibe beşek ji artêşa bê ya Sûriyeyê, HSD wekî laşekî serbazî diçe nav artêşê yan tiştekî bi navê HSDyê namîne?
Riyad Derar: Nav jî dikare bê guhertin, ji ber ku di encamê de em dê biçin rêveberiyeke leşkerî ya hevbeş ku dê sîstema leşkerî ya ku HSDyê tê de beşdar dibe, di paşerojê de bi danûstandinên li ser modela parastina niştimanî ve girêdayî ye.
Rûdaw: Pêşniyara ti navekî li şûna navê HSDyê li we hatiye kirin?
Riyad Derar: Na, dema ku artêşeke yekgirtî ya Sûriyeyê hebe, em dê beşek bin ji vê artêşa Sûriyeyê ya yekbûyî û beşek ji hêzên HSDyê dikarin bi rêbaza Asayîşê û bi rêbazên guncaw ên polîsî derbasî karên herêmî bibin.