Elon Musk: Eger li şûna xwe kesekî bêaqil bibînim dest ji rêveberiya Twitterê berdidim

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê (CEO) herdu kompaniyên Tesla û SpaceX û xwediyê nû yê Twitterê Elon Musk ragihand ku gava ku ew keseke/î "bêaqil" bibîne ku dikare rêveberiya Twitterê li xwe bigire, dê wekî CEO yê Twitterê dest ji kar berde.

Xwediyê kompanyaya Tesla û SpaceXê Elon Musk ku berî demekê platforma medyaya civakî ya Twitterê bi 44 milyar dolaran kirîbû, ji rojevê nakeve.

Elon Musk li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Gava min kesekî bêaqil dît vî karî li xwe bigire, ez dê yekser ji CEOyê îstifa bikim! Dûv re, ez dê tenê rêveberiya tîmên nivîsbarî û serverê îdare bikim.”

Musk di 18ê Kanûna 2022yan de jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi rapirseyekê ji bikarhênerên wê platfoma medyaya civakî pirsîbû ku ka ew ji karî vekişe yan ne û gotibû ku ew dê li gor encamê tevbigre.

Êzdeyî 17,5 mîlyon bikarhênerên Twitterê beşdarî di rapirsiya Musk de kiribûn û %57 beşdariyan xwestibûn ew dest ji Twitterê vekişe.