Albanya 2 dîplomatên Îranê derxistin

21-12-2018
RÛDAW
Nîşan Albanya Îran Dîplomatên îranî Derxistin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Albanya, balyoz û dîplometekî Îranê bo tometa ku asayişa netewî ya wî welatî dixin metirsiyê, ji welatê xwe derxistin.

 

Wezareta Derve ya Albanyayê ragihand, hikûmeta Albanyayê biryara derxistina du dîplomatên Îranî daye. Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Albanyayê de hatiye gotin, hikûmeta Albanyayê wan herdu dîplomatên Îranî weke kesên ku nayên xwestin, dibîne û ji wan xwestiye ku axa Albanyayê terk bikin. 

 

Hikûmeta Albanyayê navê wan herdu dîplomatên Îranî belav nekiriye, lê belê dibêje, wan herdu kesan asayişa netewî ya Albanya xistine metirsiyê.

 

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîkayê, John Bolton jî di peyamekê de li ser twîterê da xuyakirin, yek ji wan kesên ku ji Albanya hatiye derxistin, Balyozê Îranê bûye.

 

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî li hember biryara derxistina dîplomatên Îranî, di nameyekê de spasiya serokê Albanyayê kiriye.

 

Îranê jî li hember derxistina wan dîplomatên xwe de bertek nîşan da. Îran dibêje, Amerîka û Îsraîl dixwazin pêwnediyên Îranê li gel Ewropayê têk bidin.

 

Wezareta Derve ya Îranê di yekem berteka xwe ya li hember derxistina dîplomatên Îranî ji Albanyayê de, ragihand, ew biryara Albanyayê di bin bandora Amerîka û Îsraîlê de bûye û diyar kir, mebesta wan têkdana pêwendiyên navbera Îranê û Ewropayê ye.

 

Albanya welateke Ewropî ye ku dikeve nîvgirava Balkanê û paytexta wê Tîrana ye.

 

Piştî ku Iraqê di bin bandor û fişarên Îranê de, kampa Eşref a Mucahidînê Xelq li nav axa xwe girt û çekdarên wê rêxistinê ji welatê xwe kire derê, piraniya wan çekdaran bo Albanyayê hatin veguhastin û niha mezintirîn kampa Mucahidînê Xelq li Albanyayê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst