CENTCOMê ji Rûdawê re: Li Îraqê êrişî me hat kirin û me jî bersiv da

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Eyn Esed CENTCOM Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li baregeha hêzên asamanî ya Eyn Esedê êrişî wan hat kirin û wan jî bersiv da.

CENTCOMê ji Rûdawê re ragihand ku duh bi şev li baregeha hêzên asmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbarê êrişî wan hat kirin.

CENTCOM da zanîn ku di êrişa li dijî baregeha esmanî ya Eyn Esedê de 8 kes birîndar bûn.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê herwiha da zanîn wan jî bi firokeyê êrişî otomobîleke milîsên nêzîkî Îranê kir.

Bi gotina  Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di encama wê êrişê de çend çekdarên ku beşdarî êrişa Eyn Esedê bûne hatine kuştin.

Li gorî texmînan, li Îraqê nêzîkî 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkayê hene.

Ev leşker bi piranî li Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê û Kampa Viktoryê hatine bicihkirin.

Erkê Amerîkayê yê li Îraqê 9ê Kanûna Paşîna 2021ê bi awayê fermi bi dawî bû û erkê wan ê niha zêdetir şêwirmendî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst